Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li girtîgeha Amedê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

15/04/2022
in NÛÇE
A A
Li girtîgeha Amedê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiyên li Girtîgeha Amedê ya Jimar 1, li dijî işkence û binpêkirinên mafan, ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl kirin ku li dijî zulma li girtîgehan bêdeng nemînin.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî îşkence û pêkanînên xerab her ku diçe grevên birçîbûnê belav dibin. Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1’ê de, li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê îro dest pê kiriye û dê 3 rojan bidome.

Girtiyê bi navê Beran Eman ê 23 salî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de hatî îlankirin de, hat girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hat birîn di derheqê îşkenceya di zîndana de û çalekiya gireva birçibûnê, bi rêya telefonê malbata xwe re axivî.

Îşkence û Gef

Eman diyar kir ku di demên dawî de îşkence pir zêde bûye û danê sibehê gardiyan avêtine ser qawîşên wan û belesebeb bela xwe di girtiyan dane û gef li wan xwarine û gotine “Hûn ê hêza dewletê bibînin.” Eman, bibîr xist ku di demên dawî de li girtîgehê nêzîkatiyên kêfî yên gardiyanan pir zêde bûne û li Bloka C’yê bi dehan gardiyan girtî Umît Ozkan, Mehmet Kasim Aslan û Dogan Ozbahçeçî ji qawîşê derxistine û birine cihekî kamera lê tune ne û li wir li wan xistine.

Îşkence bi dawê nebe wê çalakî veguhere greva bêdem

Eman ragihand ku girtiyan rapora derbkirinê girtine û paşê girtiyan birine qawîşeke din. Herwiha da zanîn ku piştî pêkanînên 14’ê mehê yên danê sibehê, li Girtîgeha Jimare 1’ê ji bo sê rojan greva birçîbûnê destpêkirin e û ger îşkence bi dawî nebin dê greva xwe veguherînin greva bêdem.

Eman, ji bo tespîtkirina pêkanînên li girtîgehê bang li Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir ku li hember hovîtiyên girtîgehê erkê xwe pêk bînin.

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.