Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan

14/04/2022
in NÛÇE
A A
Daxuyaniya malbatên şehîdan
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li cîhanê dike ku ji bo girtina termên şehîdên xwe, zorê bidin rayedarê Başûr.

Îro (14-4-2022) Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Qamişlo ji raya giştî re daxuyaniyek ragihand. Meclisê xwest zor li rayedarên Herêma Kurdistanê bê kirin da termên şehîdên sala borî yên di kemînekê de li devera Xelîfanê şehîd bûyîn, radestî wan bikin.

Di daxuyaniyê de malbatên şehîdan diyar kirin ku, zarokên wan ji bo azadî û vîna gelê Kurd berê xwe dane çiya û ti carî sînorên hêzên dagîrker û serdestên cîhanê danîn nas nakin.

Daxuyanî wiha ye;

DAXUYANIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Em hê jî li qadan e û dengê me bilind e, em bangî cîhanê dikin ku zext û fişarê li desthilatên Başûr bikin ku termên zarokên me yên ku şehîd bûn di encama kemîneke bêbext di meha heştan de ji sala 2021ê li herêma Xelfetan, dema ku grûpek hêza parastinê ya bi ser Gerêla ve ne û di dema tevgera wan de ji bo dabînkirina hin pêdivîyên jîyanî de; ew rastî gullebaranekê hatin û bêyî ku ti hişyarî berîya wê ji wan re çûbûbe ku ew şeş heval şehîd kirin. Ji wê rojê û heta îro û li seranserê cografîya kantona Cezîrê, gelê me di rêya çalakîyên curbicur re dengê xwe digihîne cîhanê û sazîyên pêwendîdar bi mafên mirovan ku ev rewş rewşeke mirovî û exlaqî ye ku ev term bigihêjin xwedîyên xwe.

Zarokên me berê xwe dan çîyê ji bo azadî û vîna Kurdan û ti carî guh nedan sînorên çêkirî yên ji hêla hêzên cîhanî yên hegemonîk ve hatine danîn. Her kes dizane ku Gerêla ti carî nebûne xeterî ji Başûrê Kurdistanê re û nabin jî. Her wiha ti carî gef li ewlehîya xaka wê nexwarine, lê berevajî wê Gerêla di rojên zor û zehmetîyan de û di dema derketina Daişê de piştevanîya Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê dikirin û bi qehremanî berevanî kirin û şehîd jî dan di ber de.

Pêwîst e desthilatên Başûr bi lez li xwe vegerin û alîkarîya dewleta Tirkîye qut bikin a li dijî Gerêlayan. Ji ber ku Tirkîya û rêjîma wê ya faşîzm dijmina hemû Kurdan e. Ew ti cudabûnê nabîne di navbera Gerêla û Pêşmergeyan de. Kurd jî aniha tam bawer in ger statûyeke kurdî li ser heyvê jî hebe dê bibe armanc ji faşîzma toranî re.

Pêwîst e em vî dijminê dîrokî û nêtên wî yên tinekirina Kurdan ji koka wan ve nas bikin, her wiha nêtên vî dijminî ji bo tinekirina çand û kevneşopîyên Kurdan jî. Ev sîyaseta qirkirinê ya toranî li dijî gelên herêmê ye. Pêwîst e Kurd û hêzên wan ên niştimanî vî dijminê dîrokî bi kûrahî nas bikin û lêkolînan li ser bikin, ji ber ku ev qonax pir hestyar e û asteke bnilind ji berpirsyarîyê dixwaze. Ev qonax qonaxa danîna nexşeyine nû ji herêmê re ye û eger em ne li gorî  ku ev asta tê xwestin bixebitin; em ê 100 salên din ji dest xwe bibin û Kurd dê di bin darê koletî û tarîtîyê de bimînin.

Hela em nakokîyên biçûk ji nav xwe bidin alî û xwîna şehîdan û keda R. Apo li ber çavan daynin. Em li gorî berpirsyarîyên niştimanperwerî derkevin ji bo bicîkirina armancên xwe yên ku keç û xortên me di ber wan de şehîd bûne.

Ji vê xaka pîroz em bangî cîhanê dikin da ku zext û fişarê li Ardogan bikin û alavên wî yên qirkirinê rawestînin, dema ku ew kesên bêsûc armanc digire li herêmên me yên biewle ku bûne nimûneyek ji hevahengîya çandan re, da ku ev herêm bibe projeyeke hêvîyê ji bo bidawîkirina zilm û kedxwarîyê ji hemû gelên herêmê re.

Em ê weke dayikên şehîdan, malbatên şehîdan û her kesê niştimanperwer di rêya bilindkirina asta têkoşînê re li hemû qadan berdewam bikin û ti carî dilê me rehet nabe, heta ku em termên şehîdên xwe werbigirin.

Bimire faşîzm

Bimire îxanet

Meclisa malbatên şehîdan

Qamişlo (14.04.2022)

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.