Ahmet Aktaş
Vê durûtiya AKP’ê ya bi navê aştiya li Dolmabahçe ya Stenbolê, çîrokeke dema zaroktiyê tîne bîra mirovan.
Digotin, li axiriya cîhanê. kesên baş wê xerab, yên xerab jî wê baş werin nîşandan. Ew kesên mîna iblis/sixtekar, wê weke gurên ku postê/çermê mihan li xwe kirine; wê xwe weke melaiketan nîşan bidin, ji bo ku civakê bixapînin û ji rêya rast derxin, bixin rêyên şaş. Lê piştî ewqas xerabûnê, wê Mêhdî dakeve erdê û jiyanê xweş û geş bike, êdî gur û mih wê bikarin bi hev re bijîn!
Em vegerin ser mijra serî ya Dolmabahçe.
Çawa ku tê zanîn, li heman mekanê Serokwezîriyê/Serokkomariyê, di 28ê Sibata 2015an de, şanda AKP’ê, ji bo aştiya Tirkan û Kurdan, li gel şanda HDP’ê jî li hev rûniştibûn. Herwiha tê zanîn ka ew civîn çawa hat xerakirin ji aliyê R.T.Erdogan ve, çawa lingê xwe li sifra wê civîna aştiyê ya girîng da?
De temaşe bikin li vî dîktatorê şerxwaz, çawa bûye aştîxwaz? Qaşo wê aştiya Rûsya û Ukrayna çêke!
Li kîjan welatî bêhna şer hiltîne, weke qertelê laşxwur, baz dide wî welatî. Ya jî welatê ku zemîna şer lê hebe, bi lez diçe wira û agirê şer pêdixe. Mînakên herî berbiçav Sûriye, Libya, Iraq, Qerebax û niha jî Ukrayna û hwd.
Jixwe êrîşên li ser Kurdistanê bêjimar in û her roj bi zêdekirin berdewam in. Herwiha li kû derê derbê dixwin, hema vedigere tola xwe ji gelê Kurdistanê distîne.
Piştî çend rojan wê dest bi pîrozbahiyên Cejna Zarokan a 23yê Nîsanê bikin. Xwedêgiravî ewqas zarokparêz in, tew zarokên cîhanê jî vedixwînin Tirkiyê ji bo pîrozbahiyê!
Her sal vê durûtî û sixtekariya xwe ya mezin saz dikin. Bi vê çalakiyê, armanca wan; xapandina raya giştiya hundur, hinekî jî rayagiştiya cîhanê ye.
Erê li aliyekî vê sixtekarî û heftrengiyê dikin, li aliyê din jî fermana qirkirinên zarok û jinên Kurdistanê didin. Mînak bi sedan ên weke Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Dayika Taybet û hwd.hene.
Mînaka sixtekar a xwedîderketina Alan Kurdî jî heye. Ma berpirsiyariya herî mezin ê kuştina mînakên vî zaroyê Kurd jî, bi giştî ne R.Erdogan e?
Ma heta doh, li gel Beşar Esedê ku gunehkar dike, ne bira bûn? Ma nuha jî li Efrînê, Serêkaniyê û bi giştî li Rojava û herêmê hemî, ti roj heye ku çeteyên DAIŞ û cîhadistên R.Erdogan, zarok û jinên Kurdan û pêkhateyan na revînin, nakujin û mal û milkên wan wêran û talan nakin!?
Her wiha di 23ê Nîsana sala çûyî de, xwedêgiravî di cejnan de li gel zarokan mirovhez in jî, belê carek din ev derewa wan aşkere bû! Di şeva 23ê Nîsanê de, piştî çend saetên ku li gel Şêfê xwe yê Emrîkî axivî, bi 50 frokên F-16 yên cengê û bi dehan helikopter û SIHAyan êrîşî ser şervan û gelê Kurdistanê kir li Başûr! Bila ev jî were zanîn ku peyamek giring a vê şevê jî; 24ê Nîsana qirkirina Ermeniyan bû!
Lêbelê weke di çîrokê de hatiye gotin; gûman nîne ku ev iblîsên qirker ên vê demê, ew ê werin hilweşandin. Ji ber ku gelê Kurdistanê, MÊHDİYÊ xwe nas kiriye û di 8ê Adarê, 21ê Adarê û 4ê Nîsanê de, bi baweriya herî xurt hilwesta xwe nîşan da ku bi hemû hêza xwe li gel Rêberê(Mêhdiyê) xwe û pêşengên xwe ne û bi mirin û mayinê ve ew ê li ser şopa wî/wan bimeşe!






