Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê hêzên serdest aştî û hekheviyê nayne.

13/04/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Erdogan li şer digere ne li aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Di ser şerê Rûsya û Ukrayna re mehek û nîv derbas bû. Şer bû şerê navbera Rûsya û Amerîka-NATO. Îro li gorî gelek derdoran encamek heye. Baweriya giştî ew e ku Pûtîn hesab nekiribû ku wê welatê Ewropa evqasî nêzîkî hev bibin piştgiriya Amerîka bikin. Pûtîn ambargo hesab kiribû. Ji bo wê li gorî xwe doral kom kiribûn. Çawa be wê Ewropa ji bo Ukrayna şer neke. Weke Kirimê wê hinekê bertekê nîşan bidin, ambargoyê pêk bînin. Ukrayna jî wê li ber xwe nede. Ihtimaleke mezin wê Zelenskî bireve, artêş jî wê şer neke. Bi vî awayî wê Pûtîn hêza dewleteke mezin nîşan dabûya. Li Ukrayna wê hukumeteke li gorî Rûsya bihata avakirin. Pûtîn jî wê bibûya lîderekî wisa ku dinyayê serrast dike.

Lêbelê hesab wisa derneket. Zelanskî nereviya. Artêşa Ukrayna belav nebû û teslîm nebû. Welatên Ewropa jî li hemberî Rûsya bûn yek. Rûsya nedixwest NATO li Ewropaya rojhilat xurt bibe. Lê niha NATO li rojhilat pir xurt bû. Amerîka bi hezaran leşkerên xwe li Polonya û welatên din bi cî kirin. Welatên Ewropa ji bo qda leşkerî derê kîsên perayan vekirin.

Rûsya çima ev rewş nedît, yan jî hesabê xwe li gorî wê nekir? Nêrînek heye, tê gotin di şer de destpêkê rastî dimire. Di meydana şer de çi dibe, rastî çi ye em tam nizanin. Di ragihandina welatên Rojava de nûçeyeke ji bo Rûsya baş be nîne. Ragihandina Rûsya jî wisa. Şerekî mezin yê ragihandinê heye. Ji bo wê divê mirov diqet bike. Lê hat dîtin ku artêşa Rûsya tişta hesab dikir bilez encam negirt. Di erdê re êriş kir. Hêzên heway li gelek hedefan xistin. Bi fûzeyan gelek dever roxandin. Lê bi van serkeftin nabe.

Amekîka û Ewropa bilez fûzeyên antîtank û antîbalafir dan Ukrayna. Lêxistina tankan hêsan bû. Balfir jî weke berê nikarin tev bigerin. Leza artêşa Rûsya şkest. Şerekî demdirêj li dijî Rûsya ye. Dixebitin ku Ukrayna ji bo Rûsya bikin taqan. Di qada aborî de jî bûye weke şerê cîhanê. Dixebitin ku Rûsya bihêlin tenê. Rûsya weke hêzeke dagîrker, Ewropa û Amerîka jî weke eniyeke demokratîk nîşan didin. Dibêjin wê bi ambargoyê bîna Rûsya biçike. Ewropî eşkere dibêjin ev şerê Ewropa ye. Serokê konseya Ewropa Ursula Von Leyon diyar kir ku ji bo Ukrayne deh milyar Ewro kom kirine. Serokwezîrî Ingilistanê çû Kievê.

Wisa tê fimkirin ku Rûsya hesabê xwe baş nekirine. Me di nivîsên xwe yên berê de gotibû wê Ukrayna biroxe û gel berdêla wê bidin. Diviya Ukrayna jî vî hesabî bike. Rûsya eşkere digot, divê Ukrana nekeve NATO: Rojavayiyan ne Ukrana xistin NATO, nejî garantî dan Rûsya. Bi eşkere Urkayna weke zadikê davikan li holê hiştin. Hêzeke weke Rûsya jî ku serî li şer da Ewropa tirsand. Zemîn amade kir ku Ewropa xwe bide pişta Amerîka.

Li dinyay wê firotina çekan zêde bibe. Yên qezenc bikin ne gel, wê şirketên kapîtalîst bin. Dinyaya Rojava bixwe jî ji ambargoyê zererê dibîne. Lê aboriya wan dikare li ber xwe bide. Lê aboriya Rûsya wê pirtir zererê bibîne. Borsaya Rûsya girtî ye. Çûnhatina pereyan di destê hêzên Rojava de ye. Destûrê nadin ku Rûsya pereyên xwe bixwe jî bi kar bîne.

Piştî pandemiyê niha jî Ukrayna derket. Gelak derdor dihizirin ka wê piştî Ukrayna çi bibe. Dinyaya em tê de dinyaya pere, berjewendî û hêzê ye. Şerê li Ukrana di navbera Rûsya, Amerîka û Ewropa de dibe. Ev hêz tev jî dixwazin sedestiya xwe belav bikin. Ti kes ji gelan napirse ka çi dixwazin. Derfet nayê dayîn ku gel biryaran bidin. Pere, ragihandin û teknîk di destê wan de ne. Faturayê jî gel didin û kefen jî li wan dikin.

Ti kes nizane ka wê ev şer kengê biqede. Hêzeke weke Rûsya ket davikan. Niha jî nizane ka wê çawa ji navê derkeve. Faşîstekî weke Erdogan ku li ser Kurdan qirkirinê dike, hesab dike ku wê aştiyê bifiroşe Rûsya. Rûsya niha li hemberî Tirkiyê dengê xwe nake. Berî niha Erdogan SIHA difirotin Ukrayna. Rojhilata Navî di destê van hêzên serdest de ket nava gêrekê û dike nake nikare jê derkeve. Riya herî rast ew e ku gel van bûyeran baş bixwînin û bi xwespartina hêzên xwe yên cewherî xwe bi rêxistin bikin. Bi destê hêzên serdest azadî û demokrasî nay. Yên li azadî û demokrasiyê digerin, divê li cem xwe lê bigerin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.