Sîpan Şînda
Gelo kî ji we dikare bêje ez dikarim azad bijîm? Civakê dest û devê kî ji we girê nedaye û kî ji we dikare tişta ku dilê we bixwaze bike û bêje? Kî ji we dikare tişta di dil û mejiyê xwe de bi dilekî rehet bêje û bike? Na, ti kes ji we nikare. Ew zirav bi we kesê re nîne! Hûn hemû jî tirsonek in! Mixabin di vî warî de ti kes ji we ne beranê dugurçik e. Heta ku hûn tişteka di dilê xwe de bixwazin bêjin, deh xwêdan we digirin û deh jî we berdidin. Bila ti kes ji we zirta neke û nebêje tişta ku ez bixwazim ez dikarim di nava civakê de bêjim. Lê mereq nekin, tovê mêran ne kor e û hinek hene ku tişta dilê wan bixwaze dibêjin û ti tirsa wan jî ji ti kesî nîne. Ew ne pêstûriya civakê nas dikin û ne jî civak û irf û edetên civakê di xema wan de ye. Ew jî “dîn”in. Heke di nava civakê de hinek bêjin em azad in û em azad dijîn, ew jî kesên ji aliyê civakê ve bi navê “dîn” hatine binavkirin in. Ji xeynî wan ti kes nikare bêje min hemû dîwarên stûr yên ji aliyê civakê ve hatîn danîn hilweşandine û kirasê şermê ji ber xwe kiriye.
Belê “dînîtî”, di rastiyê de tê wateya azadiya bêsînor ji bo dînan. Ew ne di mejiyê xwe de ji xwe re ti zindanan çêdikin û ne jî ti qerdiyanan datînin ber derê wê zîndanê. Ew ne di xema ti mal û milkan de ne. Ji ber ku mal û milk, maldarî mirovî bi xwe ve girê dide û mirovî ji azadiyê dûr dixin. Dînîtî vê yekê qebûl nake. Ti dîn naxwazin bibin girêdayî ti erd, cih û warî. Ji wan re kû der xar e ew der war e. Ew dixwazin her tim jiyana xwe ya sivik, hêsanî û ji rêzê bijîn. Hema pariyek nan hebe ji bo wan bes e. Ew ne li pey xwarinên xweş û qesr û qonaxan in. Cil û bergên herî biha û spehî ji qet ne di xema wan de ne. Lê belê azadiya wan di xema wan de ye. Dema yek ji wan re dibêje, ‘tu vê tiştê nakî’ ew bi hêrs dikevin û awirên wan tûj dibin. Hecko ew kerr û lal ji nebihîstî ve têne û tişta dilê wan dixwaze wê dikin. Gelek caran pirrê we aciz dibin û dixwazin xeber û dijûnan bidin. Lê mixabin hûn nikarin, ji ber ku we civak ji xwe re kiriye zîndan. Yan jî gelek caran hûn tengav dibin û dixwazin destava xwe bikin, lê belê hûn li cihakî guncaw digerin da ku hûn destava xwe xweş bikin. Lê belê yekî dîn dema dilê wî bixwaze xeber û dijûnan jî dide û dema tengavî destavê ji bî, çi dera bivê destava xwe jî xweş dike. Ji bo wan her der azadî ye û ew ti qeyd û bendan li jiyana xwe nadine.
Dînîtî jiyaneke xas e. Bê hîle û pîle, bê dek û dolab, bê fen û fîtne ye. Çi qirêjî û gemar di mejî û giyanê dînan de nîne. Heke qirêjek yan ji gemarek bi wan re hebe, ew jî ya bi cilên wan yên bi mehan ji ber xwe nakrine û nehatîne şûştin ve ye. Lê mixabin di nava civakê de gelek kes wê “dînîtî” (xasî) ya wan ji wan re dikin eyb û heqaretan li wan dikin. Ya rast ez bi xwe gelek caran dihesidim wê jiyana wan ya xas û paqij. Ji ber wê ez dibêjim bila li welatê min dînîtî serbest be lo!






