Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê got, armanca dewleta tirkî ji zêdekirina êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê provokekirina hêzên leşkerî ye. Herwiha dixwaze tevgera xwe ya diplomatîk li derve bidomîne da qada dagîrkeriya xwe berfireh bike.”
Dewleta Tirkan ya dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve, piştî dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Rojane navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê bi dijwarî topbaran dikin.
Di 4`ê vê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Zirganê, navenda navçeyê, gundewarên wê yên bakur û rojava topbaran kirin. Di encama topbaranê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û ziyanên madî mezin gihaştin mal û milkên welatiyan.
Şeva pêncşemê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din navçeya Zirganê da ber topan. Di encamê de 5 welatiyên ji gundê Esediyê yê bakurê navçeyê ku ji heman malbatê ne, birîndar bûn.
Di hefteya borî de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de welatî, berpirs û şervanên QSD`ê birîndar bûn. Di roja cejna Ekîto de bi balafireke bêmirov erebeyek li ser rêya Qamişlo –Tirbespiyê kir hedef. Di encamê de şervanekî Hêzên Erka Xweprastinê şehîd bûn, her wiha şervanekî din û helbestvan Ferhad Merdê birîndar bûn.Piştre jî endamekî Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan û wergervanê wê kir hedef
Li kêlek wê jî, dagirker Tirk stasyona kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kir, di encamê de stasyon du rojan ji xizmetê derket û piştî wê gerînendetiya kehrebeyê stasyon sereast kir û ji nû ve kete xizmetê.
Têkildarî zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo ji ANHA`yê re axivî. Hisên diyar kir ku demên dawî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, nexasim li ser navçeyên Til Temir û Zirganê zêde bûne.
Hisên Selmo îşaret bi armanca dewleta Tirk ji van êrişan kir û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku şêniyên resen ji herêmên wan koçber bike, tevlihevî û tirsê di nava wan de belav bike ji bo herêmên din dagir bike. Bi van êrişan hewl dide hêzên me yên leşkerî şantaj bike û wan ber bi binpêkirina peymanên agirbestê ve bikişîne.”
Selmo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya zêdekirina êrişan û tevgera xwe ya diplomatîk nexasim piştî şerê Rûsya – Ukraynayê dixwaze derfeta berfirehkirina qada dagirkirina xwe werbigire û wiha pê de çû: “Tevgereke diplomatîk a mezin a dewleta Tirk heye da ku dagirkirina herêmên nû erê bike, qada dagirkirina xwe berfireh bike û herêmên dagirkirî di bin serweriya xwe de bihêle.”
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo di dawiyê de got: “Hêzên me yên leşkerî amade ne bersiva çi êrişên li ser herêmê bide.”
ANHA






