Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser dest bi projeya leckirina parçeyên laş kir

11/04/2022
in NÛÇE
A A
Rêveberiya Xweser dest bi projeya leckirina parçeyên laş kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmê parçeyên laşên gelek zarokan hatin qutkirin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi projeya leckirina parçeyên laşên zarokan kir.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de, parçeyên laşên zarokên li herêma Firatê hatin qutkirin. Girêdayî mijarê, piştî lêkolîna Desteya Karûbarên Civakî ku ling û destên gelek zarokan hatine qutkirin, Rêveberiya Xweser dest bi projeya leckirina parçeyên laş kir.

Der barê vê yekê de cîgirê Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Firatê Moro Hisên wiha got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi çekên giran li ser herêmê, gelek welatiyan dest û lingên xwe ji dest dane di nav de zarok jî hene. Di encamê de me biryar da ku em ê alîkariya wan zarokan bikin da ku careke din tev bigerin û me projeya leckirina parçeyên laş da destpêkirin.”

Hisên wiha domand: “Me destpêkê dest bi dermankirina(tevgerên) fîzîkî ji zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî re kir. Niha jî em amadekariya leckirina lingekî çêkirî piştî çend hefteyan dikin. Lingê Henîfî di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Qeremox de di 9’ê Çileya îsal de hate qutkirin.”

Projeya leckirina parçeyên laş li navena astengdaran a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî li herêma Firatê, pêk tê.

Girêdayî heman mijarê, Hisên wiha lê zêde kir: “Wek gaveke duyemîn dê parçeyên laş ji 4 zarokên din re jî werin leckirin. Xebata leckirinê li ser gelek qonaxan pêk tê, heta temen dibe 18 salî û wê demê qonaxa dawî ye.”

Moro di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku der barê wan zarokan de bi erkên xwe rabin û alîkariya Desteya Karûbarên Civakî bikin da ku projeya xwe ya mirovî berfireh bike.

Li gor bîlançoyên dawî yên Desteya Karûbarên Civakî, li herêma Firatê zêdeyî 20 zarokan hene ku pêwîstiya wan bi dest û lingên çêkirî heye.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.