Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Madeyên pîşesaziyê li lîsteya ambargoya li ser Şêxmeqsûdê zêde bûn

11/04/2022
in NÛÇE
A A
Madeyên pîşesaziyê li lîsteya ambargoya li ser Şêxmeqsûdê zêde bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Firqeya 4’an ya girêdayî hikumeta Şamê ambargoyeke dijwar li ser welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîne. Li gel wê jî li lîsteya madeyên ambargokirî madeyên destpêkê ku dikevin çêkirina cilûbergan û betariyan hatin zêdekirin. Bi wê re wê bi dehan kargeh û karkerên wan werin rawestandin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Ji rêzekiryarên bêserûber ên hikumeta Şamê ji ferzkirina ambargo û qedexekirina derbasbûna madeyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, îro Firqeya 4’an qedexe kir ku madeyên çêkirina cil û bergan û betariyan derbas bibe.

Bi vê yekê dê aboriya li her du taxan rûbirûyî aloziyekê be, gelek pirsgirêk werin afirandin; ji wan jî bêkarî û nedabînkirina pêdiviyên sûkên herêmê.

Nêzî 7 hezar welatî di pîşeya dirûtinê de dixebitin ku li 500 kargehên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne. Di wan kargehan de cilên amade tên çêkirin û rêjeyek baş ji sûka Sûriyê re dabîn dikin.

M.X yek ji xwediyên kargehên dirûtinê yê li taxa Şêxmeqsûdê ye ji ajansa me re wiha axivî: “Dê bi qutkirina dayîna caw re gelek kargehên çêkirina cilên amade û çente werin girtin. Di encamê de bi hezaran karkger bê kar dimînin û wê bêkarî çêbibe.

Di heman demê de jî bi dehan kargehên taybet bi çêkirina betariyan li herêma Şiqeyêf a Şêxmeqsûdê hene ku xwestekên sûka Sûriyê ji betariyan peyd dikin.”

Li aliyekî din jî A.C yek jı kargehên çêkirina betariyan wiha got: “Firqeya 4’an qedexe kir ku madeyên çêkirina betariyan derbasî taxê bibe bi taybet jî qurşîn, li gel wê jî nehişt betariyên çêdikin ji taxê derkevin. Dê bi wê re kargehê rawestin û gelek karker werin sekinandin.”

Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê ji 13’yê vê Adarê ve ambargoyeke tund li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kir, nahêle ard û sotemenî derbas bibin. Ji wê zêdetir jî madeyên destpêkê yên pîşesaziyan jî qedexe kir derbasî her du taxan bibin.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.