Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Dayîkên gerîleyên PKK`ê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK`ê ya qirêj ya bi dewleta tirkî ya dagîrker re şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku bêdeng nemîne.
Dayîkên gerîleyên PKK`ê, îro (10`ê Nîsanê) saet 11`an li baxçeyê giştî yê Qamişlo li hemberî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirkî ya dagîrker re daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de, polîtîkaya, xiyanet û hevkariya PDK`ê ya qirêj ya bi dewleta tirkî ya dagîrker re ya dîrokî ya li dijî gelê Kurd, şermezar kirin. Herwisa teqez kirin ku bi saya gerîlayên PKK`ê Başûr tê parastin. Wek dayîkên gêrîla jî wê bi hizir û felsefeya Rêber Apo li hemberî van siyaset û êrişan li ber xwe bidin û ti carî qebûl nekin. Herwiha dayîkan bang li Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî yê başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin, rabin ser piyan, siyaset û êrişên PDK û dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Kurdistanê û gelê Kurd êbandor bikin.






