Faruk Sakik
Min biryar da ku vê hefteyê li ser parastina Şoreşa Rojava nivîsekê binivîsim. Lê di ajansan de, 2 nûçe derbas bûn. Yek, li gorî agahiyan, hikumeta Şamê di van demên dawî de derfetê neda ku kamyonên ard derbasî taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê bibin. Ya duduyan jî, artêşa Iraqê di navbera Rojava û Şingalê de dîwarê beton lê dike. Ka emê ji kû dest pê bikin. Emê behsa dewletên Kurdistan dagîr kirîn bikin, an jî behsa dewletên ku ji derve destwerdana vê Şoreşê dikin, bikin? Ji dewletên dagîrkerên Kurdistanê, Tirkiyê derveyî vê nîqaşê dihêlim. Ez çi binivîsim wê dubare bibe. Her kes dijminiya vê dewletê ya bi Kurdan re baş dizane. Emê behsa heremên dagîrkirî û herêmên din ên ku dixwaze dagîr bike, nekin. Emê behsa rejima Şamê ya ku di destpêka şerê Sûrî de, xwe avêtibû bextê Kurdan û piştî ku şer ‘sekinî-berbi çareseriyê ve çû’ jî, dest bi bêbextiyê kir jî, nekin. Zilma dagîrkeran a li Kurdan, ji bapîrên wan wek mîratiyekê maye. Emê behsa van û amargoya li ser taxên Kurdan ‘Eşrefiyê’ û ‘Şêxmeqsûd’ jî, nekin. Emê behsa artêşa Iraqê ku di navbera Rojava û Şingalê de dîwar lê dike, beton datîne da ku Rojava û Şingalê ji hev qut bike jî, nekin. Dîsa emê behs nekin ku Rûsya û Amerîka li Enqerê çawa dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî plan kirin û çawa van hêzan destûr da ku balafirên şer yên Tirkiyê, Efrînê bombebaran bikin jî, nekin. Em baş dizanin ku bi dewletên dagîrkerên Kurdistanê û hêzên ku ji derve mudaxleyî Rojava dikin re, wijdan û exlaq nîne. Exlaq û wijdan di binê siya berjewendiyên wan de mane. Mînaka herî dawî; di şerê Ukrayna de komkujiyeke sivîlan çêbû. Di komkujiyê de, ser 400 kesên sivîl re hatibûn kuştin. Ukrayna û hevalbendên wê, rêveberiya Moskoyê, weke berpirsê vê komkujiyê nîşan dan. Serokê Amerîka Joe Bîden jî, careke din Pûtîn bi sûcên şer tawanbar kiribû û bal kişand ser gavên nû yên girankirina ambargoyê li dijî Rûsyayê. Emê ji Amerîka jî nepirsin çima dema Neteweyên Yekbûyî got; ‘dewleta Tirkan li Efrînê sûcên li dij mirovayiyê dike’ hûn bêdeng man. Em vegerin û ji xwe bipirsin, emê çawa vê herêma Kurdistanê li hemberî van cenawiran, van hêzan, van dagîrkeran, biparêzin? Ya ku were nîqaşkirin ev e. Neyê jibîrkirin ku ji bo parçeyek, an jî ji bo parçeyeke Kurdistanê were rizgarkirin, bedelên çi mezin tên dayîn, an jî hatine dayîn. Bi keda gelek şehîdan û êşên mezin, ev der hat rizgarkirin. Û îro jî divê bi qasî keda ku ji bo rizgarkirinê hatiye dayîn, ewqas û ji wisa pirtir, divê ji bo parastina Rojava ked û têkêşîn were dayîn. Rêveberiya xweser di van demên dawî de, xebateke mezin ya dîplomasiyê dimeşîne. Ji bo ku jimara dostên Kurdan zêde bike, li welatên li Ewropa û gelek welatên Rojhilata Navî û cîhanê, hevdîtinan pêk tîne. Dîsa li gelek deveran bi saziyên navneteweyî re, têkiliyan datînin da ku ji bo Rojava projeyên nû ava bikin. Ji bo vê yekê divê rexne û gazindên ji rêveberiya xweser tên kirin, hinekî bi wijdan bin. Dibêjin rêveberiya xweser alîgira Rûsya ye, alîgira Amerîka ye an jî bi rejima Şamê re têkîldar e. Pêwist e rexneyên ku tên kirin, xizmeta wan xêrnexwazan nekin. Bi zanebûn an jî bê zanebûn, êrîşa ser sîstema li Rojava hatî avakirin, wê vê statûyê bixe xeterê. Eger hûn nikaribin ji bo parastina şoreşa Rojava têkoşînê bikin, wê bêdengiya we jî, xizmeteke erênî be.






