Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan li şer digere ne li aştiyê

06/04/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Erdogan li şer digere ne li aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Erdoganê faşîst bi durûtiyeke mezin ji bo rawestandina şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de di nava kêferatê de ye. Lê li Iraq û Sûriyê êriş û hewldana dagîrkeriyê didomîne. Di demekê de ku dinya bi pirsgirêka Ukrayna ve mijûl e, Edrogan dixebite ku plana xwe ya bixwîn pêk bîne. Li Iraqê û li Başûr par di nava êrişên mezin de bû. Lê gerîla li ber xwe da û derb li plana wan ket. Niha ji bo êrişên mezintir amadekariyê dikin. Digel wê wisa xuya dike ku ji bo ku PDKê bi tevayî bixe nava şer iqna kiriye.

Tirkiye newêrî ambargoyê dayne ser Rûsya, lê eşkere hevalbendiya NATO kir. Niha dixebite ji vê krîzê sûdê bigire û têkiliya bi Amerîka û Ewropa re xweş bike. Tirkiyê fêm kir ku bi Amerîka û NATO nikare pêş bikeve. Jixwe hêzeke wê ya wisa jî nîne. Weke din rewşa aborî pir xirab e. Di şerê li dijî Kurdan û dagîrkirina Sûriyê de gelek zerer dît. Ku serî li ambargoyê jî bide wê iflas bike. Ji bo wê bi destûra Amerîka û NATO tevlî ambargoyê nebûye.

Erdogan niha li Iraq û Sûriyê li dû firsetan e. Bi taybetî li Sûriyê li şûna leşkerên xwe çeteyan bi kar tîne. Sûriye ku di şer de derbeke giran xwariye mixabin êdî her kes dikare ji xwe re bi kar bîne dagîr bike. Bi milyonan xelkê Sûriyê birin Tikiyê. Wan hem li hemberî Ewropa bi kar tîne hem bûne hêza karê erzan. Çeteyan li deverên weke Libya li hemberî gelê Ereb bi kar tîne. Wan dişîne Azerbeycanê. Weke din Sûriyê bi destê Sûriyeyiyan dide dagîrkirin.

Dewleta tirkî li Iraqê jî bi destê PDKê û Kurdan li hemberî Kurdan dide şerkirin û dixebite herêmên dagîrkirî fireh bike. Berî ku Sûriye bikeve şerê navxweyî Tirkiyê nikariya tişteke wiha bike. Heman tişt ji bo Kurdan jî derbas dibe. Eger PDK û cerdevan ji bo dewleta tirkî şer nekin, Kurd bibin yek ne pêkan e ku bi wan bikare. Gelên bê rêxistin ne yek di destê hêzên derve de dibin weke amûrekê.

Li Idlibê bi milyonan mirov welatiyên Sûriyê ne û pirên wan Ereb in. Ev herêm ketiye destê çeteyên El Nusra. Tirkiye jî van çeteyan diparêze û artêşa xwe li Idlibê bi cî kiriye. Erdê Sûriyê di binê dagîrkeria dewleteke biyanî de ye. Diviya gelê Sûriyê li hemberî van dagîrkeran şer bike, lê tersê wê dibe. Hêzên weke El Nusra li hemberî Kurdên welatiyên Sûriyê tên bikaranîn. Dixebitin hikumeta Şamê biroxînin wan çeteyan bikin desthilat. Ji van `artêşa Sûriyê ya neteweyî` ava dikin. Çawa ku tê dîtin Erdogan ku di şerê navbera Ukrayna û Rûsya de ku behsa aştiyê dike, ji durûtiyê pêve ne tişteke din e.

Dewleta tirkî dixebite li Iraq û Sûriyê şer fireh bike û herêmê bixe nava qeyranê. Ya ji wê xirabtir mûaredeya Tirkiyê jî dibe amêrê vê lîstikê û nikare rojeva Tirkiyê diyar bike. Herwiha piştgiriya şerê li dijî Kurdan dike û ji Erdogan re dibe alîkar.

Siyaseta hikumeta Şamê jî ku dibêje ez Sûriyê bi rêve dibim, ji ya Tirkiyê ne cuda ye. Li şûna ku bilez di çarçoveyeke demokratîk de yekîtiyê çêke û li hemberî dagîrkeriyê raweste, bi xurtkirina desthilatiya xwe ve mijûl e. Gelê Sûriyê di nava xizaniyeke giran de ye. Yên li Şamê rûdinin bê desteka Rûsya yan Îranê nikarin gavekê biavêjin. Derdê Rûsya jî ne gelê Sûriyê ye. Weke di dagîrkirina Efrînê hat dîtin ji bo berjewendiya xwe qada hewayî ji Tirkan re vekir û rê da dagîrkirinê.

Li Rojhilata Navî hat dîtin ku ne li xema ti kesî ye ka gel çi dixwazin, çi dihizirin. Berjewendiya gelen ne li xema hêzên desthilat e. Ew dixebitin ka wê çawa gelan talan bikin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo wê çareserî di diyarbûna îradeya gelen de ye. Ev jî enceq di çarçoveyeke demokratîk de bi avakirina yekîtiyan û rêxistinê pêkan e. Gelên bê rêxistin nabin hêz. Divê Kurd jî divê hem di nava xwe de bibin yek, hem bi gelên din re bikevin nava hevbeşiyê. Demeke dirêj e Kurd li hemberî mêtingeriya tirkî li ber xwe didin. Asta zanebûn û rêxistinê li pêş e. Divê vê tecrûbeya xwe bi gelên herêmê re par ve bikin û rola pêşengiyê bilîzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.