Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Bi pêmana rojbûna 73’yan ya Rêber Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsanê li Stada 12`ê Adarê ya Qamişlo welatiyên herêma Cizîrê şahiyeke girseyî li dar xistin.
Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e” Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê şaxê herêma Cizîrê bi pêmana rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li Stada 12`ê Adarê şahiyek li dar xist.
Bi sedan ji gelên herêma Cizîrê Kurd, Ereb û Suryan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ya Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.

Ji Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bakur û Rojhilatê Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û di despêka axiftina xwe de rojbûna Rêber Apo li wî û tevayiya ciwanên bi ruhê azadiyê têdikoşin pîroz kir. Herwiha ev roj wek rojbûna jinan û tevayiya gelên bindest pênase kir û bang li ciwanên Kurd û yên azadixwaz gişan kir ku bi hev re sala 2022’yan bi têkoşîna herî xurt û birûmet bikin sala azadiya Rrêber ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Oclan.
Herwiha di şahiyê de Koma Tolhildan, Koma Zîlan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Botan û hunermend Baran Dilbuhar bi stiranên xwe girse pêşewazî kirin û gel bi coş kirin.
Koma Şehîd Welat jî govendên xwe pêşkêşî girseyê kirin.







