Rojnameya Ronahî

Bi pêmana rojbûna 73`yan li çar parçeyçn Kurdistanê şitlên daran hatin çandin

Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya pîrozbayiyên rojbûna 73’an ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 4’ê Nîsanê li gundê Amara û di heman demê de li tevayiya bajarên li çar parçeyên Kurdistanê şitil hatin çandin.

 

Parlamentera Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, rêveberên HDP’ê yên rêxistina navçeya Xelfetiyê û endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li taxa Vahna ya li qiraxa Çemê Firatê, ji bo rojbûna 73’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil çandin.

Surucu ya HDP’î di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in bi rengekî giran tecrîdkirî ye.

 

Surucu got, “Bi tecrîdkirina Ocalan re ev gel ji aştî û azadiyê bêpar hate hiştin. Bi milyonan kes di Newrozê de daketin qadan. Careke din xwestin tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Diyar kirin ku aştî û çareserî li Îmraliyê ye. Em jî di 4’ê NÎsanê de careke din bang li rayedarên dewletê dikin; dawî li tecrîdê bînin, şert û mercên azadiyê ji bo Birêz Ocalan çêbikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e.”

Di dema çandina daran de li hemû bajarên Kurdistanê bi dûrişmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” slogan hatin avêtin.

Di heman demê de ji Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Colemêrg, Edene û Mersînê berê gelek kesê li Amarayê bû. Herwiha li hemû bajarên çar paerçeyên Kurdistanê dar hatin çandin û şahî hatin li darxistin. Herwiha li pir walatan din jî kurd û dostên xwe 4’ê Nîsanê bi heman kelejanê pîrozkir in û Rêber Apo bi siloganan silav kirin.