Rojnameya Ronahî

YPJ: Jidayîbûna Rêber Apo jidayîkbûna me tevan e

Navenda Nûçeyan

YPJ’ê bi pêmana salvegera 9an ya damezirandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasimeke leşkerî li dar xist û di axiftina meresimê de Sozdar Dêrîk diyar kir ku ji dayîkbûna Rêber Apo tê wateya jinûve vejîna jinê, ji bo wê di vê rojê de YPJ bi awayekî fermî hatiye damezirandin.

 

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi pêmana 9an ya salvegera damezirandina xwe li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasimeke leşkerî li dar xist.

Di merasimê de Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêruk axivî û salvegera 9an ya damezirandina YPJ’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û tevayiya jinên têkoşer pîroz kir.

Sozdar Dêrîk bal kişand ser çavkaniya ku YPJ’ê  ji xwe re dike esas û wiha domand: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Jidayîkbûna Rêber Apo ne jidayîkbûneke şexsî tenê ye, jidayîkbûna me tevan e. Ji ber wê yê ku hişt çavên me azadiyê bibînin û em bi jinbûyîna xwe bihes in Rêber Ocelan bixwe bû.”

Sozdar Dêrîk diyar kir ku bûyerên li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û cîhanê qewimîn, ji wan re gelek sedemên têkoşînê ava kir in û wan jî li ser vê esasî têkoşîna xwe da meşandin. Sozdar Dêrîk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê yekê jî me yekîniya parastina jin  damezirand û me parastina tevahî jinan ji xwe re weke erkekî dît. Herwiha emê ji bo tevahî civakan jî têbikoşin; em ê di felsefeya civaka azad de israr bikin û em ê xebatên Neteweya Demokratîk berfirehtir bikin.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrîk destnîşan kir ku wan îlhama xwe ji jinên têkoşer yên ku bi sed salan e rastî zilm û zordariyê hatine û serî netewandine, girtiye û wiha pê de çû: “Me ji tevahiya jinên cîhanê bi taybet jî ji jinên gerîla yên li çiyayê Kurdistanê têdikoşin, îlhama xwe girtiye. Em ji tevahî jinan re dibêjin; ‘em ê vê têkoşînê bilindtir bikin û em ê bê rawestîn di vê  têkoşîna de israr bikin’. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku em îro ewqas jin bi hev re li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin.”

Merasima pîrozkirina salvegera damezirandina YPJ’ê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Şervanan di dawiya merasimê de govend gerand û pişt re ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.