Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Rewşenbîran: Bêdngiya hêzên garantor hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker e

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê êrişa ser helbestvan Ferhad Merdê û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku êrişa hatî kirin nîşan dide ku dewleta Tirkan welatiyên Rojava ji bo xwe xeter dibîne.

am

Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê têkildarî êrişa balafira bêmirov ya 1`ê Nîsanê ku di encamê de welatiyek şehîd bû, helbestvan Ferhad Merdê û hevalekî wî jî birîndar bûbûn daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirkan ya dagîrker siyaseta xwe yên dijminane li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û bi balafirên bêmirov walatiyan dike amanc. Lê hê jî hêzên navneteweyî yên garantor bêdeng in. Ev jî nîşan dide ku bi dewleta Tirkan re hevakar in.

Em bang li azadîxwaz û rewşenbîran dikin ku erkê xwe yê niştimanî û exlaqî li hemberî gelê xwe û destkeftiyên wî bînin cih. Sûcên dewleta Tirkan ya dagîrker eşkere bikin û li tecrûbeya demokratîk ya li herêmê xwedî derkevin.

Divê civata navneteweyî û hêzên çalak berpirsyariyên xwe yên exlaqî li hemberî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bînin cih ku li şûna wan li hemberî terora cîhanê ya bi desteka Tirkiyê li ber xwe da.”