Rojnameya Ronahî

PYD`ê bi daxuyaniyekê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahiya gelên Mezopotamyayê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêber Abdullah Ocalan fikr û nêrînên xwe bi pêş xistin heta gihaşt projeya neteweya demokratîk ku xilasiya gelê kurd bi xilasiya gelên li herêmê ve girêdayî ye.

Gelê kurd rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin ku di girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên dûrî mafên mirovan û dîlgirtiyan li ber xwe dide.

Rêber Abdullah Ocalan bi nêrîneke rexnegir û lêkolîner li civakê xwe mêze dikir û li rêbazên xilasiyê digerî. Di jiyana xwe ya zanîngehê de tev li ciwanên şoreşger bû û tecrubeyên mezin di têkoşînê de bi dest xistin. Kurte jiyana kesên navdar yên di dîrokê de mîna pêxemberan û ronakbîran xwendin û bandora wan li ser civakên xwe nas kirin. Di sala 1987`an de partiya xwe ava kir. Piştî ku dewleta Tirk hemleyeke faşîst li dijî wî û hevalên wî pêk anî, berê xwe da Rojhilata Navîn.

Serok Apo di dawiyê de gihaşt encamekê ku xilasiya gelê kurd bi xilasiya gelên li herêmê ve girêdayî ye. Ji ber wê fikir û felsefeya xwe bi pêş xist heta gihaşt felsefeya neteweya demokratîk ku li ser berjewendiyên hêzên hegemonîk xeter e.

Em rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz dikin ku di teorî û pratîkê de rêya xilasiyê ji wan re amade kir da ku bigihêjin jiyaneke azad, bi rûmet ya demokratîk ku tê de gel bi mirovatiya xwe û rûmeta xwe dûrî bikaranîn û koletiyê hîs dike. Em bang li hêzên demokratîk û şoreşger yên li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku hevgirtî bin û bi hev re kar bikin da ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Ger azad bibe dikare destkeftiyên dîtir bi dest bixe. Rojbûna mîna vî serokî û pêşengî tê wateya rojebûna kesên li ser şopa fikr û felsefeya wî ne da ku civakeke mirovî tê de edalet, wekhevî û azadî serwer e ava bikin.

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de sala 1999`an li Nairobi dîl hat girtin û radestî desthilta Tirkiyê hat kirin. Ji wê demê ve, di tecrîdeke giran de û hevdîtinên parêzeran û malbatê li ser qedexe ne.

Herî dawî parêzeran di 7`ê Tebaxa 2019`an de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Her wiha herî dawî di 25`ê Adara 2021`an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê axivî û piştî 5 deqeyan telefon hat birîn.

Ev peywendî, piştî gelek bangewaziyan li ser malperên tevna civakî yên Tirkiyê û bertekên li seranserî cîhanê pêk hat.”