Beşîr Taha Silêman
Perwerde, di zagonên hemû dewlet û sîsteman de, mafekî rewa ye; ew ji her kesî re li ser asta mirov, kom, rêxistin, komele û dewletan, mîna mafyekî xwezayî tê dîtin û vê yekê teqez dikin. Li gorî van zagonan û ji ber sedemên cuda divê ev perwerde bi zimanê dayîkê bê dayîn. Li gelek welatên cîhanê ev maf tê dayîn, bê ku em dabaşa asta zengînbûna wê bikin. Li Rojhilata Navî jî ev maf heye û heta astekê di piratîkê de, pêk tê. Di sîstemên perwerdeyê de, li gelek welatan lawaziyeke berbiçav heye; gava mirov li minhacên van welatan dinêre, dibîne ku pirtûkên wan mîna hev in û hem lasakirineke (teqlîd) berbiçav di wan de heye. Ev lasakirin nîşana lawazî û neafrîneriya van minhacan ne. Tevî vê lawaziyê li gelek welatan, ev sîstema perwerdeyê li ser nijadên ku di bin serweriya wan de ne, tê sepandin û weke tiştekî ku neçariyê raber dike derdikeve holê. Ev yek li gelek welatan pêk tê; mîna Turkiye, Sûriye, Îran … Gava em welatek ji van welatan bikin nimûne û rewşê baş zelal bikin, emê bibînin ku Sûriye di vê mijarê de, pir li pêş e.
Li Sûriyeyê sîstema perwerdeyê bi zimanê erebî ye û heta beriya Şoreşê, li ser hemû nijadan ên ku erdnîgariya Sûriyê wan deman dihundirand, dihat sepandin. Li hemberî zimanê erebî li ser vê erdnîgariyê, zimanê din, mîna Kurdî, Suryanî Çerkesî … weke zimanên perwerdeyê, nedihatin dîtin. Bi vê yekê zimanên ku weke zimanên perwerdeyê nedihatin dîtin, roj bi roj qels û lewaz dibûn û bi rengekî sepandî her kesî berê xwe dida zimanê erebî. Bi vî şêwazî bi sedan peyvên erebî diketin nava zimanê me yê rojane û weke tiştekî asayî dihat dîtin. Di encama vê pirosesê de, hem ji hêla ferhengî, hem ji hêla çandî û hem ji hêla siyasî ve, bandor li kesayeta kudî dibû. Bi vê yekê mirovekî tevlihev derdiket holê; mirovekî girîngiya ziman, wêje, dûrok û folklora xwe nizane, diafirand. Mirovekî bi dirûvê xwe Kurd, lê bi hiş, giyan û şêwazê hizirandina xwe, lasakerê herî baş, ji sîstema disthilatdar bû. Ev siyaseta ku dihat meşandin, di hundirê her mirovê Kurd de, kesayeteke revok, ava kir; kesayeteke ku ji xwe bireve û ji ber kurdiya xwe şerm bike. Mînak: Mirovê Kurd li dibistan, peymangeh û zanîngehên rêjîmê, fêrî erdnîgarî, dîrok, wêje, netewbûn û hwd. ji zanistên ku hişmendiya rêjîmê raber dikir, dibû. Ji ber vê yekê bi rêya perwerdeyê , di hundirê kesayeta Kurd de, erdnîgariyeke ku dûrî erdnîgariya pêşiyên wî dihat avakirin. Ew erdnîgarî, weke erdnîgariyeke rewa, rast û dirust dihat, fêrkirin. Her weha ji hêla dîrokî ve jî, dîroka miletê Ereb li gelê Kurd dihat barkirin. Di vê dîrokê de, tiştekî bi navê milet Kurd tinebû û weke nijada duduyan lê nedihat temaşekirin. Tiştekî bi navê zimanê kurdî, wêjeya kurdî, tinebû; tenê zimanê erebî û wêjeya erebî wek wêje û zimanê xwe dîtin dihat fêrkirin. Di vê xalê de, divê mirov bihizire, di hundirê vê kesayeta Kurd de, çi hatiye avakirin. Divê hizrandin bê kirin gelo her kesek ji me çiqas para xwe ji vê sepandina sîstema perwerdeyê, standiye?






