Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê PDK gavên bixetertir neavêje

30/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şer û PDK
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

 

Dewleta tirkî ji bo êrişên nû yên ser başûrê Kurdistanê xwe amade dike. Di qada amadekariya leşkerî de pirsgirêkên wê nînin. Weke din jixwe PDK`ê û Amerîka pêşiya Tirkiyê vekirine piştgiriya xwe didomînin. Digel van tevan Erdogan tişta dixwest nikarî bi dest bixe. Ji bo wê ji bo êrişên nû pêdiviya wî bi alîkariyê heye. Li Başûr hêza ku alîkariyê jê bigire PDK ye.

Faşîzma Erdogan û Bahçelî li hundir ti astengiyan li pêşiya xwe nabîne. Dema mijar dibe Kurd, CHP û ÎYÎ Partî li pişt Erdogan dikevin rêzê. Gelê Tirk, jixwe piştgiriya şer dike. Tirkiye di nava krîza siyasî û aborî de digevize. Bihabûn zêde dibe. Sedema mezin ya van krîzan şer e. Lê encam û rastiya şer ji gel tê veşartin. Ji bo wê ne mijara kurdî dikeve riya çareseriyê, ne demokrasî pêş dikeve. Di encamê de Tirkiye di krîzan de noq dibe,

Tirkiyê li hemberî Kurdan şer derbasî Iraq û Sûriyê jî kir. Iraq bênavber tê bombebarankirn. Bi dehan baregahên leşkerî li wir ava kirine. Li Sûriyê ji sedê deh erdê wê dagîr kiriye. Bi wê têr nabe Kurdan jî ji wan herêman derdixe. Deverên din jî di binê êrişê de ne. Li milê din bi Amerîka û Rûsya re di nava bazarê de ye ku herêmên dagîrkirî pirtir bike. Tirkiye ji bo êrişa başûrê Kurdistanê bi PDK`ê re li hev kiriye. PDK her tim êrişên wê rewa dike. Ji bo ku hikûmeta Kazimî jî tevlî tevlî vê planê bike dixebite. Herêmên gerîla hatine dorpêçkirin. Digel bangewaziyên welatparêzan PDK dev jê bernedan.

Di rojên dawî de KCK û KNK daxuyanî û şiyariyan didin. Dibêjin wê PDK bi artêşa Tirkan re li hemberî gerîla şer bike. Eger rewş ne cidî û xeter ne mezin bûya daxuyaniyên wiha nedidan. Lewre di van mehên dawî de PDK û Tirkiyê li pey hev gelek hevdîtin kirin. Digel êrişan Erdogan tişta dixwest bi dest nexist. Ji bo ku Kurdan bi hev bide qirkirin bênavber xebitî. Lê dîtin ku heta PDKê nexin nava şer wê bi ser nekevin. Eger PDK bi faşîstên Tirkan re bikeve nava şer wê ji bo Kurdan felaketeke mezin be. PDK difikire ku wê bi şkestina PKKê desthilatiya xwe xurttir bike. Diyar e ku Amerîka û Tirkiyê garantî dayînê. Lê wê şerekî wisa destketiyên Kurdan tevan ji holê rake. Divê Kurd vê bizanin. Dewleta tirkî bi ser bikeve wê Kurd her tişta xwe ji dest bidin. Lewre dewleta tirkî ne neyara PKKê tenê ye. Neyara Kurdan tevan e û dixwaze dawiyê li tevayiya destkeftiyên wan bîne. Di nava PKKê de ji her devera Kurdistanê hene. Eger şer belev bibe û cenaze biçin Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr, ma wê çawa Kurd bêdeng bimînin. Wê krîz û şer belav bibin û bandorê li Rojhilata Navî jî bike. Wê şerê li hemberî DAIŞ`ê lewaz bibe. Di dinyaya Kurdan de wê PDK jî bi xiyanetê were sûcdarkirin. Dewleta Tirkan tişta ji bo Kurdan baş be ti caran tê de cî nagire. Wê fatûreya şerekî wisa ji bo PDK`ê û Başûr pir giran be.

Divê Amerîka û NATO dev ji piştgiriya dewleta tirkî û qirkirina Kurdan berdin. Bi sedê salan e Kurd di nava pengên qirkirinê de ne. Dewleta tirkî bi serê xwe nikare van titan bike. Amerîka û NATO berpirsên vî şerî ne.

Divê gelê Kurdistanê jî li her devera welat li hemberî van planên şer û wêrankirinê bibe yek û dengê xwe bilind bike. PDK ne xwediya wê hêzê ye ku li hemberî gel di vê siyaseta xwe de israr bike. Ji ber ku gel bi têrayî ne birêxistinkirî ye û bêdeng e, PDK cesaretê ji vê digire û bi dijminê Kurdan re bi hêsanî têkiliyê datîne. Divê gelê Kurdistanê û hêzên şoreşger yên herêmê mezinayiya xeterê bibînin û li gorî wê bikevin tevgerê. Divê ev planên dijmin yên wêrankirinê bikevin rojeva gel. Divê hêzên şoreşger ji bo yekîtiyê hê pirtir berpirsiyariyê bigirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.