Ahmet Aktaş
Li ser şerê cihanê yê 3’yan, di raya giştî de, bi piranî hemfikrî heye ku bi şerê Ukraynayê re, kete qonaxeke germtir û jêneveger.
Di despêkê de, weke şerekî bi tenê yê navbêna Rusya û Ukraynayê hate nîşandan. Lê her ku dem dirêj bû, hate dîtin, naxêr ev şer, mîna Pandemiyê ev jî cîhanî ye. Jixwe li ber çava ye, hema hema ti dewlet nema ye ku têkildarî vî şerî nebûne.
Îca dibe ku qad û qonaxa 2`yan a weke şaxê şêrê cîhanê 3`yan, Iraq be. Jixwe ti caran şer lê nehatibû rawestan, lê nîşan û amarên berbiçav hene ku şer li vira germtir bibe û berfirehtir bibe, derbasî Rojhilata Navî bi giştî bibe.
Hema ne dûr, nêzî 6 mehan e ku hilbijartinên giştî çêbû ye, lê hêj ne rêvebiriyek sererast û ne jî serokkomar dikare were hilbijartin li Iraqê! Sedem?
Jiber ku gelek destên derve di nav de ne. Ma destê kê û kê ne di nav de e?
Hema di serî de yekser DYE û Îran. Çendîn dişibe qonaxa 1ê ya Ukraynayê ne? Hema şûna Rûsyayê DYA’yê deyne û şûna Ukraynayê jî Îranê deyne, ne şaş e!
Herkes zane ku ji mêj ve, hilweşandina rejîma îslamiya Îranê di plana DYA de ye. Her wiha armanc, di vê rêya de cih li Rûsya û Çînê jî tengav bike.
Helbet Rûsya, Îran û niha jî Çîn, vê plana DYA’yê dizane û li gorî wê ew jî xwedî plan û projeyan in.
Mînaka destdirêjaya Iraqê balkêş e. Di ser hilbijartinên giştî re 6 heyv derbas bûne, lê hîn ne rêveberiya Bexdayê sererast bûye, ne jî serokkomar hatiye hilbajartin.
Ji bo rêveberiya Iraqê bi giştî, du enî hene. Pêşengiya yekê Emerîka dikişîne, ya din jî Îran dikişine. Li gorî agahdariyên dawiyê; eniya M.Sadr, M.Halbûsî-H.Xencer û Berzanî, bi navê Tifaqa Rizgariya Neteweyî, li ser serokkomariya Rêber Ahmed (PDK’yî) û serokwezîriya M.Cafer Sadr pêkhatine.
Li himberî vê eniyê YNK û Serokwezîrê berê Nûrî Malikî rabûne. Lewma di civîna Parlemenê ya Yekşemê de, ji ber jimara parlementera kêm bû hilbijartin pêk nehat, roja Çarşemê dîsa kom dibin.
Ji vana M.Halbûsiyê Serokê Parlemenê û H.Xencer, berî hilbijartinên giştî bi 5 rojan, çûbun ji R.Erdogan û H.Fidan (fermanên DYA) peywir û bernama karên xwe standibûn. Her wiha di 26’ê miha Sibatê de dubare çûbun cem R.Erdogan! Ev her du kes, Rêveberên rêxistinên herî mezîn ên Erebên sunnî nin û di heman demê de BAAS’iyên berê ne û çavkaniya DAIŞ’in.
Wisa diyar e çareserî jibo pirsgrêken Iraqê û pêve girêdayî pirgrêkên Başûr(Erbîl) nayê dîtin, berovajî, zêdetir dibin.
Bi heman alozî û şerê Ukraynayê re, Îranê jî destdirêjayiyên xwe dijwartir kir. Li pey gefên Fermandarê Hêzen Qudsê General Ismail Kaanî, Fermandarê Giştî yê Parazvanên Şoreşa Îranê Huseyîn Selamî jî gefên tujtir û tundtir, him li DYA him li Israilê kir. Hema li pey van gefan, êrîşîn füzeyên li ser baregehên DYA û Israilê yên li Iraqê zêdetir kirin.
Wezîrê Derve Îranê li Şamê bû berî çend rojan.
Li alîkî ji Waliyê Erbîlê diçe ziyareta Waliyê Diyarbekirê û albumek Kurdistan li ser nivîsî yadîgarî wî dike!
Rusya dibêje, “me li Ukraynayê ji 36 SİHA’yê Tirkan, me 35ên wan xistin erdê”!
Ev, nîşanên ku şerê cîhanî ew ê berfirehtir û gûrtir bibe; dibe ku qonaxen 3an, 4an, 5an û hwd.bibin Sûriye, Tirkiye, Urdun û hwd. Bêgûman Kurdistan ne ji derveyî vî şerê cîhanî ye!






