Rêjîma Sûriyê komên çekdar yên li Deraa yê xistin bin kontrolê. Bi piştgiriya Rûsyayê hin herêm paqij kir. Yek ji pirsgirêkên bingehîn Îdlib e. Lê belê hebûna Tirkiyê, Efrîn jî di nav de rewşa herêmên ku dagir kiriye wê çi be, niha dernakeve pêş. Li hember rêjîmê muxalefeteke li ser hev û rêxistinkirî namîne. Şansê komên di bin kontrola Tirkiyê de ku bikaribin bi serê xwe biryarê bidin û bibin îrade zêde nema.
Weke projeyeke Sûriya demokratîk QSD û rêveberiyên Rojava di rewşa niha de hatine asteng kirin. Tev li hevdîtinên Cenevrê nehatin kirin. Rûsyayê ragihand ev hêzên ku bakurê Sûriyê bi rêve dibin wê tev li pêvajoya Soçî bikin. Hevdîtin kirin. Komeke ku ji Kurd, Ereb, Suriyaniyan pêk dihat wê beşdarî Soçî kiribana. Lîsteya navan dan Rûsyayê. Lê piştî ku Rûsyayê bi Tirkiyê re li hev kir Kurd û hevkarên Kurdan beşdar nekir. Tevî ku beşdar nekir, agahdar nekir û daxuyanî neda. Weke ku vexwendinek çênebuye, lîsteya navan negirtine tevgeriyan. Di encama li hevkirinên veşartî bi Tirkiyê re ku hatin kirin de dagirkirina Efrînê hat rojevê.
Hikûmeta Sûriyê bi awayekî bi zanebûn nexwest hevdîtinan bi encam bike. Mijûlkirin û taktîka li demê belavkirinê pêk anî. Niha li qadê destên xwe xurt kiriye. Her wiha DYE û Ewropa dev ji helwesta ku Esed biçe, berdan. Ev jî ji bo Esed avantajê bi dest dixe. Ji ber wê ji polîtîkayên ku bi projeyên çareseriyê li ser masê rûnên, dûr in.
Bakurê Sûriyê xwe dikare bi rêve bibe. Alternatîfeke demokratîk ava kiriye û xistiye meriyetê. Ev yek ji bo hemû Sûriyê ji bo aştiya navxweyî pêk were weke projeyekê hatiye pêşkêşkirin. Lê rêjîma Baas di zihniyet û feraseta rêveberiyê de ti guhertin pêk neaniye. Weke berê dixwaze serweriya xwe li Sûriyê ava bike. Ger hêza rêjîma berê ya çareserkirina pirsgirêkan hebuya divê were pirskirin ev şerê navxweyî ji bo çi derket. Dest ji polîtîka û fikrên xwe yên ku Sûriye xerakirin, bernadin. Bi manevrayên siyasî û lîstikên propagandayê li Sûriyê çareseriyeke mayînde û aştiyeke navxweyî nayê ava kirin. Ji bo ku ev pêk were divê ji çareseriyeke demokratîk re vekirîbin. Divê hemû gel, bawerî û çand xwedî mafê kû bi hevre azad bijîn, bin. Ji bo vê divê destûreke bingehîn ya demokratîk were amadekirin. Divê li ser destûreke bingehîn ya bi vî rengî lihevkirinek pêk were.
Lê rêjîma Baas ji destûreke demokratîk û projeya çareseriyê dûr disekine. Li şûna vê yekê weke ku bi hêzên bakurê Sûriyê re hevdîtinan dikin, çareserî heye nîşan didin û hewl didin serê gel tevlihev bikin. Li naverastê nexşerêyek tune ye. Heyetên ku ji bo hevdîtinan hatine amadekirin tune ye. Lê weke ku heye hewl didin nîşan bidin. Di demên derbasbuyî de Erdogan jî bi PKK’ê re hevdîtinan dikir û weke ku çareserî wê bibe hewl dida nîşan bide. Lê ji van hevdîtinan encamek derneket. Lewre aliyên Tirk nexwest ku hêzeke navberkar bikeve dewrê. Her wiha di dema hevdîtinan de jî ti projeyeke çareseriyê pêşkêş nekir. Bi awayekî taktîkî nêzî hevdîtinan û pêvajoyê bû. Tenê bi mijûlkirin û sistkirina aliyê Kurd û bi amadekariyên leşkerî dem derbas kir.
Rewşa niha ya rêjîma Sûriyê jî ji vê cudatir nîne. Nexşerêyeke ku pêşkêşî Kurd û Ereban kirine tune ye. Dibêjin “em hevdîtinan bikin, ger bi vê rêyê çareser nebe, bi darê zorê emê kontrolê ava bikin.” Elimandinên wan ew in ku bi darê zorê gel bi xwe girêbidin. Tê fêhmkirin ku ji encamên şer û hilweşîndinên ku derketine holê encam dernexistine. Gelên Sûriyê û yên ku demokrasiyê dixwazin divê rê nedin van propagandayên bi armanca mijûlkirinê û ji rê derxistinê. Ger rêjîma Sûriyê dixwaze yekîtiya Sûriyê ava bibe û rewşa bêbawerî ya heyî bi dawî bibe berî her tiştî divê cidî be. Ji bo vê jî divê dest ji dij propaganda û faaliyetên îstixbaratî yên ku bi awayekî nepenî di nava gel de dike, berde. Aliyekî ku aşitiye dixwaze û ji hevdîtinan re amade ye ji bo çi bi rêbazên polîsiye û propagandayên ku seriyan tevlihev dikin bersivê dide.
Divê gel destûrê nede propagandyên rêjîma Baas yên ku seriyan tevlihev dikin. Divê li pratîkê û rewşa berbiçav binêre. Ger hikûmet çareseriyê dixwaze bila kerem bike ji bo çareseriê nêrîn û pêşniyazên xwe deyne holê. Wê kî navberkariyê bike bila bi wan re rûnê pirsgirêkan muzakere bike. Li naverastê tevî ku ti hevdîtin, hewldaneke çareseriyê û navberkar tune ye, weke ku çareserî heye nîşandan, ji derveyî propaganda û tevlihevkirina seriyan nayê ti wateyê.
Zeki BEDRAN