Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nameyên Newrozê deng vedan

27/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Di lîteratûr û çanda gelan de rojine pîroz ku hebûna neteweyî ya wan gelan diteyisînin hene. Di heman demê de rojine avaker ên azadî û xilasiyê ne. Di nêzîkatî û şêweyê destgirtin, bîranîn û pîrozkirina wan rojan de, rêjeya netewperweriya wî gelî zelal dibe. Li cihên derketina şaristaniya gelan a demokratîk ev nêzîkatî bi wate û xwedî nirxekî pîroz in. Ji lewra di van rojan de girêk û pirsgirêkên etnîkî, olî, mezhebî û qewimcîtiyê tên berterefkirin û lêvegera giştî ya niştimanperweriyê esas tê girtin û bi ser her cudahiyên dîtir dikeve.

Newroza 2022’yan nîşana rast ya pênaseya cewherê welatperweriya çanda demokratîk a gelan bû. Asta xwerêxistinkirin, xwebirêvebirin û hevgirtina derketiye pêş, rêyên nameyên Newrozê dûz û kurt kirin ku her aliyekî bi zelalî naverokên nameyên gelan wergirtin.

Di nava rewşeke wisa aloz û kirîtîk de ku cîhan tê re derbas dibe, li aliyekî şerê desthilatdariyê bi hemû hêza xwe li dar e. Li aliyê din sîstema netewe dewlet ji ber bê zariya xwe çarmê xwe diguhere û hewl dide bi van guherînên seranser xwe ji herifîn û têkçûneke muheqeq biparêze. Her du aliyên kirîzê jî di nav hev û din de itîfaqa li dijî gelan li pêş dixin û li ser bingeha tunebûna wan jî hesabên domdariya rejîma xwe dikin. Ji bo ku rêya serîrakirinek muhtemel a gelan bigirin berê xwe dane rêbazên tuneker û lihevkirinên demkî û stratejîk. Lê bi newroza îsal re mirov dikare bibêje nameya senteza gelan hate dayîn. Senteza vîna gelên têkoşer ên têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê li dûrî şêl û bêlên pêşbirka desthilatdariyê dimeşînin.

Îsal bi pêşengiya ideolojîk û felsefîk bijardeya gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz a Neteweya Demokratîk hate tivîkirin ku têkoşîna gelan dikare derveyî berjewendiyên desthilatdariyê û şerên wan ên qutubûnê xwe birêxistin bike û îradeya xwe deyne holê. Her wiha hate îsbatkirin ku ev qeyran li dora stûyê gelan hatiye badan û ferzkirin, ti berjewendiya gelan tê de nîne û ne jî rêgez û prensîbên wan ên jiyanê eleqedar dike. Ji bo berjewendiya hegemonya global tenê qurmên vêxistinê û amûrên pêkanînê ne. Ji ber vê yekê û bi têgihaştinek di asta bilind de gelên herêmê bi rêya newroza îsal re rêbaza xwe ya jiyana rast a dûrî her menfet û berjewendiya liberal weke bijardeya xeta sêyemîn zindî kirin.

Kombûn û berşdarbûna hemû etnîk, netew, mezheb û olan nava pîrozbahiyên newrozê, encamên hilbijartina gelan ji vê xetê re diyar dikin. Di heman wextê de hewldanên rejîmên desthilatdar ên astengkirina lidarxistin û pîrozkirina vê rojê, ancax tenê hewlên jihevketiyekî ber candanê yên rejîmên têkçûyî bêne hesibandin. Ew naveroka nameyên wê rojê berî pîrozbahiyan wergirtibûn. Lê bi festîvalên cemawerî yên pîrozbahiyên îsal re naverokên wan nameyan hatin tekûzkirin. Baş hate fêmkirin ku newroz xwedî vîna rizgarkirina axê û têkbirina dagirkeran e. Roja niştimanî û hêlîna çareseriya pirsgirêkên neteweyî ya hemû pêkhateyên welêt e. Rojeke dîrokî û neteweyî ye ya zindîkirin û nûkirina hêviyên gelan e. Her wiha hevgirtina gelan a li hemberî êriş û yekdestariya keysbaziyê ye.

Newroza îsal bi van taybetmendiyên xwe yên herikbar û veguherîner hemû ziman û lêvên ku li dijî îradeya gelan dileqîn girtin û enerjiya gelekî aşiqê azadiyê ye di rûyê celadan de teqand. Ji ber van sedeman û gelek ên din, nameyên Newroza 2022’yan deng vedan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.