Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre

20/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Di koşeyeke teng de û bi dizî ez girtim û lome li min kirin! Jixwe nikarim wê kêliyê ji bîr bikim. Her çendî min xwe bi boyaxa ziwabûyî ya ji kevirên dîwarê koşeya min diweşiya, dipêça, stûyê xwe dirêj dikirin û bi xunava ji rûyê wan diherikî li çavên min dinihêrîn. Nediaxivîn. Tenê bizav û lebitîna min a tewşankî mêze dikirin û ez dixistim bin venirîna puxteyên xwe.

Wisan nêzîkatiyên di navbera me de ne ji rêzê bûn. Ne wan û ne jî min bawer dikir ku rojekê emê bi vî rengî rûbirûyî hev bin. Qet nedihat bala me jî ku em ê rojekê bi vî awayî ji hev cuda bibin! Me yeqîn nedikir rojekê di ezmûnek wisa re derbas bibin. Her çendî ji me re hatibe gotin jî lê me bawer nedikir ku neyarê me ewqas dermirov û bêexlaq be. Rastî ew e ku pêwîst e kînên me ji hovîtiya dijmin mezintir bin ku dirindetiya wî têk bibin. Lazim e êş û azarên me weke dilopên intîqamê ji ber lêvên me biherikin û weke pêçekan li dora dest, ling û qirika celadan bigerin.

Hilqetandin û qirkirina me ne rûdanek metaforîk bû. Berovajî, pratîk û kiryarek zindî ya sedsalê bû. Koma kulîlkên di saheya hewşa mala me de hewl didan wê rastiyê vebêjin. Realîteya cewherê neyarê bav û kalan her wextên sedsalê derbasdar e ku naveroka wî kuştin, qirkirin û inkar e. Dijminê me bê kultur e, sînorên saw û nîgaşên wî yên dijatiya ji estetîk û resentiyê re nîne. Ji lewra çiqas tu bibêjî jî hov û ne mirov e.

Rê tinebû ku bibin rêhevalên koça min a ber bi asoyên wendahiyê. Ne gengaz bû. Me bixwesta jî, derfet tinebûn. Nayê bîra min me xatir jî ji hev xwestibe. Berovajî, me soza xwe bi xwîna ku di cihokên cadan û qelîştokên çiyayan re diherikîn de mohr kir. Di heman koşeyê de, bi dizî û bi pistepistan, bi dîdariya kevirên koşeya boyax weşyayî sozên me dihatin piştrastkirin. Em bawer bûn ku çiqas dûr be wê vegera me nêzîktir be. Em ê di bin wî barî de nemînin ku rojekê stûyê me li ber zarokên me xwar be. Em ê bi qasî bilindahî û perweriya kêlikên goristanên Metîna û Qaziqlî dilsozê vegerek bi rûmet û serfiraz bin.

Me berê xwe da hembêza çiyayê Lêlûn û li ser pişta me mala me barkirî bû. Çendîn qirecira balefirên cengê namûsa asîmanan diçirand, lê dîsa jî li ber awazên serkeftina şervanên me nedihatin bihîstin. Li ber wijdanê bedenên parçebûyî û cesedên hûrhûrîbûyî guh kerr û ziman lal bûn. Belê; şervanên me bi ser ketin. Em bi zorê hatin derbiderkirin, lê ji ber serkeftina me bû. Dibe jî kulîlkên me di nav dest û piyan de mabin, lê ti carî di hembêza genî ya dagirkeriyê de hişîn nabin û ne jî bêhna wan difûre.

Destên ku çar sal in li ber asoyê hilmaştî ne û lavayên vegerê dikin, tiliyên ku li ser têltîkê hişkbûyî, zengilokên ku qêrîna azadiyê têde asê mayî, xeyal û sozên bi xumava cihokên herikyayî mohrkirî, piştî çar salan jinûve peymana xwe bi kulîlkên roniya jiyanê re nûjen dikin. Awirên ku nalerizin û bi lûtkeyên Hawar. Lêlûn û Çayê Gewr re bûne yek, qet rê nadin ku kulîlkên xalîçeya azadiyê biçelmisin û ne jî serî li ber ba û tofana beredayî diçemînin. Dê wefdarê rehên dar û daristanên xwe bin û dê jinûve bêhna bêrînê bi ser Efrînê de biforînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.