Farûk Sakik
Li bakûré Kurdistanê piştî salên tefandina serhildanan, cejna Newrozê di nava gel de bi awayekî girseyî nedihat pîrozkirin. Ji ber qedexe û zilma dewletê, gelê Kurd li Bakur bi awayekî veşartî ev cejna xwe pîroz dikir.
1973yan, berî niha bi 49 salan. Rêber Apo çalakiya xwe ya yekê pêk anî. Li bendava Çubukê, li paytexta dewleta dagirker, Enqerê, tovê PKK’a ku wê piştî çend salên din bê damezirandin, çand. Li vir tez û nêrîna xwe ya “Kurdistan mêtingeh e, divê rizgar bibe” hîn vekirî û eşkere got.
Rêber Apo li vê derê roja Newrozê sembolîk be jî esas girtibû.
Her wiha di salên bêdengiyê de ji ber zextên rejimê jî, cejna Newrozê li gelek deveran hatibû jibîrkirin. Heta salên dawîn jî li gorî atmosfera polîtîk tenê komên siyasî vê cejnê pîroz dikirin.
Cejna Newrozê di salên jibîrbûyî de li zindanén Kurdistanê roja berxwedan û hildana ala hêviyê bû. Ji bo serhildanê roja Newrozê hatibû destnîşankirin..
Dîlên Kurd, di bin esareta hovane de jî, ev nîşana netewî bi bîr dianîn. Tade û zilma zindana Amedê di wijdanê mirovahiyê de wek lekeyeke reş a zilmê Dehaqên nûjen hatibû kolan.
Yek ji girtiyên Amedê û ji serwerên netewa Kurd, Mazlum Dogan di Newroza sala 1982’yan de agiyanê xwe diyarî bihûşta şehîdên netewa xwe kir.
Mazlum Dogan, endam û pêşewayê Partiya Karkerên Kurdistanê, ji bo rûreşkirina zilmê, ji bo banga berxwedanê, ji bo rûreşkirina xiyanet û mizgîna berxwedanê di şeva 21’ê adara 1982’yan de li qawişa 35’an de di hicreya xwe de çalakiya canbexşane li dar xist.
Piştî Mazlum Dogan di 1990’î de Newroz li kolanan hat pîrozkirin. Û êdî ev cejna jibîrbûyî, wek çîroka xwe, cardin bû nîşana vejîna netewa Kurd.
Êdî Newroz ne tenê cejneke netewî yan jî nirxekî dîrokî, her wiha ew roja dema serhildan û banga tékoşînê jî bû.
Newroz êdî li hemû bajarên Kurdistanê, li hemû kolanên bajaran, li hemû kolanan û di dilên hemû însanan de bûbû dema pêxistina agirê azadiyê.
Her rojên Kurdan Newroz, her Newroz jî roja Kurdan bû. Ew êdî parolaya serhildanê, îşareta hildana seriyan bû.
Berxwedan û çalakiya Mazlum Dogan bûbû sedem ku Newroz li kolanan weke serhildanan were pîrozkirin. Û hetanî roja me wisa hat pîrozkirin.
Îsal, Komîteya Navendî ya PKK’ê di 15’ê Adarê de “Danezana Sala 50’yî” weşand: “Li çar parçeyên Kurdistan û li çar aliyên dinyayê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê çêdibin. Em bawer dikin ku wê ev rewş seranserê salê bidome û hemû roj bibin Newroz. ”
Di Newroza 1982’an de, Mazlum Dogan ‘Manîfestoya Bendava Çubukê’ esas girt çalakî li dar xist. Gelê kurd jî peyama Mazlum Dogan esas girt û qadên Newrozê veguherandin serhildanan. Di sala 50’yî ya Newrozê de jî PKK’ê biryar da peyamên li qadên Newrozê tên dayin divê pratîze bibin û îsal encam bigire.
Kurd xwe amade dikin li ser vê esasî, têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixin. Divê ku sala 50’yî ya Newrozê bi pîrozkirina rojekê sînorkirî nemîne. Her roj li gorî rihê biryarên 49 sal berê li Bendava Çubukê hatin girtin têkoşînek hebe.
Di sala 50’yî ya Newrozê de hetanî encam negirin wê ranewestin. Divê ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo rûxandina desthilata AKP’ê, ji bo azadiya Kurdistan û demokrasiyê, her roj bi rihê Newrozê têbikoşin.
Di sala 50’yî ya Newrozê de, divê piştgiriyeke mezin ji bo gerîlayên Kurdistanê werin dayin û xwedî derketina li tevgera azadiyê jî esas were girtin.






