Li gelek welatan têkoşîna zimanê dayikê hatiye dayin. Bi vê têkoşînê jî nasnameya xwe parastine û neteweya xwe ava kirine. Norwêcî di hember Danmarkî de, Korsîkî, Baskî, Katalanî û Bretonî di hember Frensizî û Spanî de, Çekî di hember Almanî de, Flaman di hember Frensizî de, Walesî (Galles) di hember Ingilîzî de.
Mînakên din jî hene. Ev gel û yên din jî di vê têkoşînê de gihane qonaxeke ku êdî ew bi zimanê dayikê di asteke bilind de ne. Ji wan mînaka yek ku ji me re balkêş e.
Têkoşîna ji bo zimanê Flamanî (Hollandî) li Beljîka di hember asîmîlasyona Frensizî de balkêş e. Ev têkoşîn di nava çarçeweya pirsgirêka nasnameya gel de hate meşandin. Ev têkoşîn 180 e sal dom dike. Gelekî grirîngî dane ser xebata ziman. Pêkanîna sînorên ziman li herêmên cuda, di parlemento de reformên dewletê, federalîzekirina Beljîka mînakên hêja ne. Bi gotineke din Flamanan têkoşîna zimanê dayikê ji xwe re kire têkoşîna sereke ji bo azadiya gelê xew. Bê goman, têkoşîna bidestxistina hêza aborî, perwerdeyeke bi kalîte û xwedîlêderketineke nirxên neteweyî bi serbilindî jî di heman demê de paşguh nekirin.
Falamanan cara yekê di 1840 de daxwazên doza perwerdeya zimanê dayikê fermî dan mercên dewletê. Paşê doza zimanê xwe di dadgehan de kirin. Sedem, “em bi zimanekî ku jê fehm nakin tên darizandin. Sedema sûc û cezayê xwe tê naghin.”
Di 1848 de guhertina mafên bijartinan baş bi kar anîn. Bi rayên xwe (deng) tesîr li siyaseta dewletê kirin. Tiştê balkêş ev e ku hêza serdest (dewletî) Flaman mecbûr kirin ku nivîsa zimanê wan divê ji heman zimanê Holandî li Hollanda cuda be. Mecburiyeta nivîsa cuda ji bo heman zimanî danîn. Ev yek rewşa zimanê Kurdî tîne ber çavan. Dema li Iraq û Kafkasya Sovyetê, zimanê Kurdî jî kete fermiyetê, dewleta Turk hezar dep û dolab kirin û bi wan dewletan re têkilî danîn ku ne yek alfabeya Kurdî were pêkanîn. Li Iraq alfabeya Aramî/Erebî û li Sovyetê jî Kirîlî hate bikaranîn. Bi wî awayî sê alfabeyên me çêbûn û ziman kete bin xetera cudabûnên ciddî.
Flamanan têkoşîna xwe domand. Di 1898 de cara yekê ye ku zagona ziman dan pejirandin. Û bi vê yekê zimanê Flamanî (Hollandî) di fermiyetê de bû xwedî cihekî mîna Frensizî. Xwendegehên serete, navîn, bilind û dezgehên fermî xebateke bê rawestan kirin ku zimanê xwe di her warî de û li her cî bi kar bînin. Di dagehan de, leşkerî, şahredarî, perwerde, …
Di vê navberê de du şerrên cîhanê pêk hatin. Paş şerrê duyemîn, Flaman bi sûcê hevalbendên Naziyan hatin bi nav kirin. Sedem, li hember serdestiya Frensizan serî hildidan û Frensiz jî tev gelek dewletên din di wê demê de dijî Nazîzme bûn. Lê van rexnegîran tu car hêza dijber ku li Flander û Hollanda di hember Nazîzmê de têkoşîneke bêhempa meşandinj nedît. Li vira dîsa Kurdistan tê ber çavê min. Kurd li herêma Rojhilata Navîn, di pêkanîn û avakirina gelek tiştên giranbiha de xwediyê ciyekî gelekî bi rûmet in. Lê 95 % rexnegîrên ji gelên serdest Kurdan re reşbînin. Kurd nezan in, zimanê Kurdan ne zimanê bikaranînê ye, Kurdî di perwerdê de têr nake, dîrok û kultûra Kurdan ciyê nîqaşê ye, Kurd zû tên bikaranîn û gelek mînakên din. Lê balkêş e ku ew li neynikê li xwe nanêrin û rastiya xwe naxwazin bibînin.
Derwêş M. FERHO