Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-ÇAND daxuyanî da û agirê Newrozê pêxist

17/03/2022
in NÛÇE
A A
TEV-ÇAND daxuyanî da û agirê Newrozê pêxist
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeya/Qamişlo

TEV-ÇAND, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê bi daxuyaniyekê, cejna newrozê li gelên herêma bakur û rojhilatê Surî pîroz kirin û agirê newrozê pê xistin.

Îro Saet 12`an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, TEV-ÇAND Mezopotamiya, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê, daxuyniyek dan û di daxuyanîyê de newroz li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û agirê Newrozê pêxistin.

Daxuaynî wiha bû:

Ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyê…

Newroz stêrkeke geş di ezmanê tevayiya heyvan de ye. Rûpeleke spî di dîroka taritiyê de ye. Berbang û nûroj e, ji Kawayê Hesinkar ve heta Mezlûman, ji Mezlûman ve heta cangoriyên pêngava Gurzê Gelan, agirê Newrozê li hemberî taritiya faşîstan wê her tim geş be. Newroz wê her tim riya gelan ronî bike û wê venemire. Gelên ku bi hezarsalan e li ser erda xwe dijî û axa Mezopotamiya ya ku maka hemû destpêkan e, îro di bin nîrê dagîrkeriyê de ye. Gelên bi sedsalan e ku di komkujiyan derbas dibin, di serdeme wiha de û bi taybetî ku gelê Kurd ber bi tinebûnê ve diçû û ti nîşaneya hêviya jiyanê jê re nema bû, êdî pêwîstî bi newrozeke nû hebû. Newroz jî kulîlkên ku tavê dibînin, vejîna rengûrengiya jiyanê be. Helwesta jiyanê ya tevgera azadiyê jî wisa ye. Bi bîr û baweriyên Rêber Apo, ev tevger ji xweliya hestiyên zarokên kurdistanê şîn bû û bi agirê Newrozan hat şûştin. Li hemberî aşbetalan jî, çerxa wêrekiyê gerand. Lewera Tevgera Azadiyê, tevgera Newrozê ye.

Di vê Newroza pêncî salên bûyîna Rêbertî de, dem dema azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û Kurdistanê ye. Bi Şerê Gelê Şoerşgerî di bin sîwana Modernîteya Demokartîk de teqez Dehakên serdemê û sîstema wan ya sermeydar wê hilweşe û têk biçe.

Em wek TEV-CAND Meopotamiya, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê, ev demeke amedekariyê Newrozê dikin. Li Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Herêmên rizgarkirî yên Dêrazorê, Tepqa û Reqa, Minbic, Heleb, Kobanê, Şehba û Şamê û her derê wê veguhere qadên Newrozê. Her çiqasî hewldanên me ji bo beşdarkirina hunermendên ji Ewropa û Başûr hebûn, lê ji ber astengiyên her tim yên PDK`ê yên li hemberê rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê ev yek pêk nehat.

Ji ber wê, wê komên me yên şoreşger û hunermedên Rojava bi coşeke mezin beşdarî pîrozbayiya Newrozê bibin. Herikandina gel ber bi qadên Newrozê, herikandina gel ber bi qadên berxwedan û serhildanê jî misogerkirina azadiyê ye.

Ji niha û şûn ve her roj Newroz e.

TEV-ÇAND Mezopotamiya

Hîlala Zêrîn

Desteya Çandê

17/3/2022

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.