Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Îro saet 11’an şêneyên qamişlo dakeftin kolanan û bi deqeyeke rêzgirtin şehîdên komkujiya Helebca bîr anîn.
Li bajarê Qamişlo îro saet 11’ê sibehê li Kolana sereke ya Qamişlo-Amûdê ya taxa Xerbî, bi sedan şêniyên bajêr, ji bo deqîqeyekê rêzgirtina şehîdên komkujiya Helebce hatin gel hev û bi deqeyeke rêzgirtin şehîd hatin bîranîn.
Hêjayî gotinê ye, ku komkujiya Helebca 16`ê adara 1988`an di encama barandina xaza kîmyawî de ji aliyê rêjima Sedam ve ya ser bajarê Helebca ya başûrê Kurdistanê pêk hatibû; li gor hejmara fermî 5 hezar Kurd bûbûn qurban û 7 hezar jî birîndar bûn. Herwiha ji aliyê Kurdan ve ev roj, wek rojeke reş tê dîtin û li her çar parçeyên Kurdistanê her sal tê bîranîn.








