Sîpan Şînda
Piştî ku di 24’ê heyva sibatê de Rûsya êrîşî Ukrayna kir, kevirên siyasetê ji cihê xwe şehitîn û her kes lê digere ku kevirê siyaseta xwe ji nû ve lê bike. Lewre ev êriş ne weke rewşa li Iraq, Efxanistan yan ji li Sûriyê qewimî ye. Piştî şerê cîhanê yê duduyan (1939-1945) û heta niha ev cara ewil e şerekî evqas jidil dest pê dike. Dinya hemû ji vê biryarê şaqis ma û ket nava sehmeke mezin. Li tevayê cîhanê bi teybetî jî kesên demokrat û azadîxwaz li hemberî vê êrişê dengê xwe bilind kirin. Hema bêje hemû desthilatdariyên dinyayê Rûsya şermezar kirin û aligiriya xwe bi awayekî eşker ji Ukrayna re diyar kirin. Bêguman ev tiştekî pir baş bû. Li kû derê dibe bila bibe divê mirov li hemberî şer derkeve û azadiya gelan biparêze. Divê mirov piştgiriya mezlûman û azadîxwazan bike. Divê mirov bi awayekî eşkere û bi dengekî bilind li hemberî zalim û şerxwazan bisekine. Lê îca ka ew xîret û exlaq, ka ew merdemêrî û insanetî!
Bêguman dinya ne ji kula Ukrayna û çav û birûyên Zelenskî yên reş ketiye. Bi teybetî jî Ewropa. Lê belê ewan eva henê ji xwe re tehlûke dîtin û ji ber wê dengê xwe derxistin û li hemberî Rûsya sekinîn. Ewropî dizanin ku heke Ukrayna bikeve destê Rûsya wê deriyê Ewropa bi awayekî rihetî ji Rûsya re vebe û wê ti caran xwe, azadiya xwe û serxwebûna welatê xwe di ewlehiyê de nebînin. Ew dizanin heke Rûsya li Ukrayna bibe desthilatdar, wê çovê wê her tim li ser serê Ewropiyan be û wê Ewropa êdî çi xweşiyê ji xwe nebîne. Ango azadiya wan, keyf û xweşiya wan êdî dikeve ehtûbehtê. Ji ber wê hema rabûn ser hilûpepana û alîkariya aborî û leşkerî ji Ukrayna re rêkirin û hê ji rêdikin. Ne tenê desthilatdariyên welatan, herweha saziyên serbixwe jî meblaxên mezin alîkariyê didine Ukrayna. Li hemû welatan her hefte çalakî li hemberî Rûsya tên kirin û ambargoya aborî, lojîstîkî û leşkerî her roj li ser Rûsya stûrtir dibe. Ya rast ti kes bi xwe re nabîne bikeve şerî li hemberî Rûsya, hema dixwazin bi ambargoyan Rûsya qels bikin.
Ev tişt ji sedî sed rast e û divê di vî warî de çi tawîz jî neyên dayîn. Lê belê gilî û gazinda me ji dinyayê û bi teybetî jî ji Ewropiyan li ser durûtiya wan ya li hemberî Kurdan e. Bi piştgirî û biryara wan di 1923’yan de welatê Kurdan bû çar perçe û ji wê rojê hetanî niha Kurdan xweşî ji xwe nedîtiye û her tim di nava şer de ne. Bi milyonan Kurd bi destê çar dewletên hov hatine kuştin. Gazên kîmyayî li hemberî Kurdan hatine bikaranîn û bi hezaran termên Kurdan ketine kolanan. Lê mixabin çi dengek ji dinyayê derneketiye. Dev jê berde dengê xwe derxin, ev e sed sal in Kurd bi çekên wan têne kuştin. Kurd têkoşîna azadiya xwe û welatê xwe didin, Ewropî jî çekên xwe difiroşin neyarên Kurdan û bi wan çekan jî Kurdan dikujin. Alîkariya aborî, lojîstîkî û leşkerî li aliyekî, Ewropiyan û dinyayê rêxistinên ji bo mafê gelê Kurd têdikoşin jî wek “terorîst” îlan kirine û kuştina Kurdan ji bi vî awayî rewa kirine. Lê her tim jî dibêjin em demokrat in û azadîxwaz in. Rast e, ji bo gelê xwe welê ne. Lê belê dema dabaş dibe Kurd, her kes kerr e, kor e, lal e.






