Zekî Bedran
Krîza Ukrayna her ku diçe kûrtir û bandora wê jî pirtir dibe. Rûsya dibêje, Welatê Rojava li hemberî min şerê aborî ragihandine. Amerîka û NATO jî dibêjin em şerê Rûsya nakin, em bikin bibe şerê dinyayê. Wisa xuya dike ku Rûsya herî zê wê bandora ambargoya aborî lê bike. Welatê Rojava jî dixwazin bi ambargoyan lewaz bike. Amerîka û Ewropa dixwazin pitir Rûsya bixin zorê û gavê bi şûn ve pê bidin avêtin.l
Tê gotin, herî zêde wê ev şer bandorê li kîjan welatan bike. Diyar e ku destpêkê welatên nêzîkî Ukrayna û Rûsya yan jî yên alîgirên wan bandor li wan dibe. Bi milyonan mirov bûn koçber û berê xwe dan Polonya û welatên din yên cîran. Ewropa tev jî deriyên xwe ji koçberan re vekin jî niha herî zêde yên mijûl dibin û bibandor dibin cîran Ukrayna ne. Belarûs jî ku li cem Rûsya ye dibe amanca ambargoyan.
Welatên nebûyîn amanca ambargoyan lê ji ber têkiliyên xwe yên herî zêde bandor li wan dibe Sûriye û Tirkiye ne. Sûriye jixwe di binê ambargoyan de ye. Lê hem di qada leşkerî hem di qada aborî de ya hêzê zêde piştgiriya Sûriyê dikir Rûsya bû. Rûsya ku di nava şer de ye û bûye amanca ambargoyan weke berê nikara bi Sûriyê re mijûl bibe û destekê bidiyê. Jixwe niha ji Sûriyê alîkariya leşkerî dixwaze. Dibêjin emê ji Sûriyê pazdeh hezar leşkerî bînin. Ev jî tê wateya ku wê Sûriyê tevlî vî şerî bikin. Jixwe li dinyayê ya eşkere destekê dide Rûsya rêveberiya Şamê ye.
Rewşa Tirkiyê mijara nivîseke din e, lê em bi kurtî bêjin ku di aliyê aborî de wê Tirkiye pir bibanbdor bibe. Jixwe rêveberiya Erdogan pir lewaz bûye û ku gotin rast be hatibê sifirê. Ji ber şer bihayê petrolê pir bilez bilind bû. Gelên Tirkiyê eşkere tên şelandin û nikarin nefesê bistînin. Weke din wê ji hatina tûrîstan ya ji Ukrayna û Rûsya mehrûm bimîne. Di şerê li hemberî Kurdan de çavkaniyên Tirkiyê qediyane. Ku bandora vî şerî jî bikeve serê wê rewş xerabtir bibe.
Di rewşa heyê de divê gelên Sûriyê li hemberî êrişên Tirkiyê û planên nû şiyar û amade bin. Lewra rêveberiya Erdoganê faşîst di keysbaziyê de bitecrûbe ye. Pîvanên wî yên mirovî û exlaqî nînin. Sûriye jixwe haiye lewazlirin, Rûsya jî di zorê de ye û bi eniyeke din ve mijûl e. Bêguman niha hesabê emê bikarin hê pirtir destwerdanê li Sûriyê bikin, kirine. Bi taybetî Rojava kiriye amanca xwe. Dihizirin ku Amerîka û Ewropa bi Ukrayna ve mijûl in. Weke din pêdiviya wan bi min heye, dibe ku ew jî destûra êrişa ser Kurdan bidin, wê bêdeng bimînin. Jixwe ji bo êrişên zêde yên ser başûrê Kurdistanê amadekariyê dikin. Di vê navê de Barzaniyan her tim dibe cem xwe û planên hevbeş çêdikin. Jixwe ji bo êrişa ser Başûr desteka Amerîka û NATO heye.
Tirkiye bixwaze wê li Idlibê jî eniyekê veke. Jixwe El Nusra û rêxistinên din di binê parastin û kontrola wê de ne. Amerîka û Ewropa jî ji bo tişteke wisa dengê xwe nakin. Heta wê destek bikin. Lê dibe ku niha nexwazin. Piştî ku Rûsya lewaz bikin wê bixin rojeva xwe.
Wê Rûsya alîkariya dida Sûriyê kêm bike. Lîreyê Sûriyê li hemberî dolar her ku diçe kêmtir dibe. Gel di nava xizanî û tinebûneke mezin de ye. Li Sûriyeke ku wêran bûye, nikare yekîtiya xwe pêk bîne û di warê aborî de roxiyaye, rêveberiya Şamê çi tedbîran digire. Li ber çavan tişteke ku hêviyê bide xuya nake. Halbiku diviya rêveberiya Şamê herî zêde berjewendiya gelê xwe û yekîtiya wî li ber çavan bigirta. Çavkaniya bingehî ya hêzê gel e. Lê yên li Şamê rûdinin dixebitin ka wê çara otorîteya navendî saz bikin û desthilatiya xw bi ser welatiyan de bisepînin. Daxwaziyên gel û yekîtiya demorkatîk qebûl nakin û xeter dibînin. Ev jî dibe sedem ku piraniya gel ji rêveberiya Şamê dûr bikeve. Çawa ku tiştek nebûbe Rêveberî dixwaze her tişte bibe weke berî 2011an. Wê rêvebriya Şamê heta kengê xwe bispêre Îran û Rûsya?
Bi alîkariya wan li ser piyan me. Ji bo yekbûna welatê xwe, yan ji bo serdestkirina desthilatiya xwe wê vê destekê bi kar bîne? Wê roj were piştgiriya derve qur bibe û hevsengî bên guhertin. Ji bo ku rêveberiyek nekeve valayiyê divê pişta xwe bide hêza gelê xwe. Ji bo wê, di serî de gelên bakur-rojhilatê sûriyê, bi Rêveberiya Xweser re li hev were û bi avêtina gavên demokratîk, baweriyê bide derdotên din jî û qada jiyanê veke. Divê xwe bispêre pîvana ‘Eger tu dixwazî bijî bide jiandin’. Perçiqandin û bindestkirin her dem encameke baş nade. Eger gel zana bûbe û xwe bi rêxistin kiribe, wê ew sepandin bi şûn ve vegerin. Sûriye hê di rewşeke zor û krîtîk de ye. Di çareseriya pirsgirêkê de herî zêde berpirsiyarî dikeve ser milê rêveberiya Şamê.






