Ahmet Aktaş
Piştî Sûriyê, Libya, Qerebaxê û hinek welatên din, mijara leşkerên bi pereyan (lejyon) ket rojeva şerê Ukrayna.
Rojên agahiyên gumana ku wê şer li vî welatî dest pê bike ket çapemeniyê, di heman rojan de li ser heman mijarê, nûçeyên amadekariyên dewleta Tirkan ên ji bo çekdarên bi pere jî di çepemeniyê de xuya bûn.
Weke tê zanîn di vî warî de dosyaya dewleta Tirkan ne paqij e. Çekdarên ku bi pere kirê kirine û bi rêya SADAT’ê perwerde kirine, şandine van dewletên mijara gotinê.
Lê vê dema dawî hinek şer hatibûn rawestandin û ev saziya çekdaran perwerde dike; SADAT’a AKP-MHP’ê bêkar mabû. Dema ku bûhna şer li Ukraynayê hilanî, weke nêçîrvanê li bende nêçîrê be, hema bi lez ket nava tevgêrê.
Li gorî agahiyên Navenda Lêkolînên Statejîk A Kurdistanê, berpirsiyarên wan komên xwe yên ava kirine ji bo talan, wêran û kuştinê li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi cî kiribûn, li baregeha leşkerî ya bajarê Kilîsê civandin.
Ji Ebû Beşîr Errawîyê berpirsiyarê HTŞ (El Nusra), Ehmed Nur M.Ezîzî, Fehîm İsa û Ebû Emşa, ew 150 komên ku xwestibûn, kişandin Kilîsê.
Li gorî nûçeyê, ji bo her kujer HTŞ, DAIŞ û hwd. îslamîstên radikal 1.600 heta 3.500 dolar pere dane û ji bo şandina Ukraynayê amade kirine.
Xalek balkêş jî ew e ku, her du alî jî, aşkere ji welatên derve şervanan dixwazin. Lê ji bo ku şerma xwe veşêrin dibêjin “kesên dilxwaz” bila werin.
Hema piştî banga her du serokan; Putin û Zelenskî jî, daxwuyanî dan û gotin “va ye ji dehan welatan bi hezaran kesên dilxwaz hatine alîkariya me” û hwd.
Xaleke din a balkêş jê ew e ku her du alî jî, jimara nêzî hev didin û dibêjin “15-16 hezar kes hatin”! Bêgûman di gotina wan de cudahiyek jî heye.
Zelenskî dibêje yên hatine û dixwazin werin alîkariya me, ji 52 welatan e û piranî ji Ewrupa ne. Putîn dibêje yên hatine alîkariya me ji Rojhilata Navî ne.
Divê were zanîn ku saziya perwerdeya çekdarên bi pereyan WAGNER’a Putin jî heye û mirov dikare bêje, hema li hemû welatan ev saziya Putin û SADAT’a R.Erdogan hatine dijberî hevdu.
Wisa diyar e, li Ukraynayê hatina wan a himberî hevdu, dibe ku ji yên berê gelek dijwartir be jî. Jiber ku di vî şerî de, her çendîn xwe bêalî û qasidê aşbûnê dide xuyakirin jî, lê na xêr, di gelek axaftinên xwe de aşkere aligiriya Zelenskî dike û şerxwaze!
Helbet Putin vê hilwest û durûtiya wî, ji herkesan bêhtir nas dike û vêna jî li rexekê dinivîsîne, roja ku jê re lazim bû û şepa wî lê xweş bû, bêgûman ew ê bêje “şah û mat”!
Di encamê de, ev şerê Ukraynayê, êdî ji her alî ve zelaltir tê diyarkirin ku bi bingehîn şerê navbêna Rûsya û Emerîka ye. Lê ti dewlet û hêz nikarin bêje “çi ji me re”! Helbet asta têkildarî û tevlêbûna her hêz û dewletê cuda ye.
Bêgûman dîtin û helwesta Tevgera Azadiya gelê Kurdistanê jî li beramberî vê bûyera cîhanî (ku qonexeke giring a cenga 3’yan a cenga cîhanî ye) heye û divê hebe.
Di vê qonaxa nuh de, li ser dizayna nuh a cîhanî, ji jêr ta jor her dewlet û hêz, ji berê bêhtir û leztir hewcedarên hev in. Êdî Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî, hetmen li gorî vê atmosfera nuh tev digere û di dizayna nuh de rêza xwe rastir bi cih dike.