Faruk Sakik
Hin kes Şoreşa Rojava her weke ku di rewşeke defacto de pêk hatibe, pênase dikin. Bi şerê Sûriyê yê sala 2011’an ve girê didin. Lê bingehek û pêvajoyeke vê şoreşê hebû.
Ev herêma Kurdistanê piştî serhildana Şêx Seîd bû mekanê rewşenbîr û welatparêzan. Heta PKK hat avakirin li vê herêmê welatparêzî pêş ketibû. Lê piştî ku li Tirkiyê darbeyeke leşkerî çêbû û PKK derbasî Rojhilata Navî bû, ew welatparêziya Rojava veguhêrî têkoşîna azadiya Kurdistanê. Gelek ciwanên Rojava tevlî nava refên gerîla dibûn û li aliyek jî di warê siyasî de bi rêxistin dibûn.
Di 12’ê Adarê de li Qamişloyê dema ku tîma Fetwa ya ji Dêrazorê û tîma Cîhad a ji Qamişloyê dest bi maça futbolê kirin, hin kesên bi taybetî ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin wezîfedarkirin, ji bo dîktatorê Iraqî Saddam Huseyîn û li dijî gelê Kurd dirûşm qîriyan. Şêniyên Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşman da. Li ser vê yekê komeke êrişkar ku berê xwe amade kiribû, bi kêr, kevir û çekan êriş bir ser xelkê Qamişloyê. Polîs û leşkerên rejîma Baas jî li şûna dest li êrişkaran werdin, yekser êrişî xelkê Qamişloyê kirin. Di encama gulereşandinê de 2 jê zarok 9 sivîl qetil kirin. Dema ku di 12ê Adarê de li Qamişlo ew bûyer qewimî bi navê PYD’ê partiyek hatibû avakirin.
Ev partî ji vê bûyêrê re pêşengî kir û komkujî veguhert serhildanan. Li gelek bajarên Rojava serhildanan dest pê kir. Gelo heke ev partî-PYD pêşengî nekiriya wê serhildan ewqas li seranserê Rojava belav bibûya? Helbet na…
Baş e em vegerin mijara defacto. Di sala 2011’an dema şerê Sûrî destpêkir, heger kurdên Rojava xeta sêyemêmîn tercîh nekirina û an li kêleka rejima Şamê anjî li kêleka mixalefetê cîh bigirtina, gelo ev şoreş wê pêkbihata? Na…
Xeta sêyemîn çi ye? Paradigmaya Rêber Apo ye. Heger ev xet nehata bijartin û tercîh kirin gelo ew rewşa de facto qîm dikir ku şoreş pêk were? Na…
Di 12’ê Adarê de jî ku PYD tûnebûya gelo wê ev serhildan li seranserê Rojava belav bibûya? Na…
Îlankirina rêveberiyên xweser li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê di sala 2014’an de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû. Her ku şer li tevahiya Sûriyê dewam dikir, gelên Rojava xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe îlan kirin. Bi îlankirina kantonan re êrişan jî dest pê kir. Di destpêkêde El Nusra û piştî demek jî çeteyên DAIŞ êrişî van kantonan kirin. Heger sîstema xweseriya demokratîk nebûya ev kanton wê li piyan bimana? Na…
Heger piştî komkujî û serhildana 12’ê Adarê pêdiviyek bi ewlekariyê nedîtina û YPG-YPJ nehatina avakirin wê Kobanê rizgarbibûya? Na…
Îro tehdîd û metirsiya li ser Rojava bê sekn dewam dike. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên hegemon dixwazin ew sîstema bi paradigmaya Rêber Apo hatî avakirin ji hole rakin. Dixwestin wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hin deverên din jî dagir bikin. Heger rêveberiya xweser di warê dîplomasiyê de, ewlekariyê û aborî de hin tedbîr negirtina me yê bikariviya pêşî li êrişên Tirkiyê yên dagirkeriyê bigirin? Na…
Dîsa em vegerin mijara defacto. Belê li Başûrê Kurdistan têkoşîneke dîrokî hebû, lê di salên dawî de êdî hedefa wan hêzan de rejîma Baas tune bû. Dixwestin herêmê di nav xwe de parve bikin. Amerika hat û Kurdistanek azad çêbû. Ji bo ku li vê derê sîstemeke xweser tune bû ji bo parastina herêmê û berjewendiyên xwe, xwe spartin dijminê xwe. Heger ew tiştên ku li Rojava qewimîn li Başûr jî biqewimiyana wê Herêma Federa ya Kurdistanê bikaribiya rêveberiya herêmê biparêze? Na…
Ew rihê berxwedana 12’ê Adarê îro li asîmanên Rojava belav bûye.






