Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaseta PDK`ê û rewşa başûrê Kurdistanê

13/03/2022
in NÛÇE
A A
Siyaseta PDK`ê û rewşa başûrê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nerîman Ehmed: PDK ji bo parastina desthilatê û berjewendiyên malbatî hebûn û doza gelê Kurd dike qurban. Herwiha ji ber siyaseta wê, rewşa li Başûr wê kambaxtir bibe.  

Têkildarî siyaseta PDK`ê û rewşa dawî ya başûrê Kurdistanê û Iraqê, endamê Desteya  Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Nerîman Ehmed, ji rojnameya me re axivî.

Nerîman diyar kir ku PDK bi siyesta xwe ji salên 91’î heta niha di mijara qirkirina gelê Kurd de bi dewleta tirkî ya dagîrker re xwedîrol e û axaftina xwe wiha domand: “Têkiliyên PDK’ê yên bi dijmin re qet temsîla gelê Başûr nakin. Lewra ev têkilî di çarçoveya berjewendiyên partî, malbat û kesayetan de ne. Armanca herî girîng ji van têkiliyan ew e ku desthilata xwe biparêze û doza kurdî ji navaroka wê ya esasî derxe; doz, maf û hebûna gelekî dike qurbana berjewendiyên xwe.”

`Civîn û serdanên wan yên herî dawî, nîşanên şkestina êrişa 23`ê Nîsanê ne`

Endamê desteya Serokatiya Tevgera Azadî herwiha bal kişand ser têkilî û civînên herî dawî, yên PDK û Tirkiyê û ev nirxandin kir: “Di dema dawî de serdan û civînên PDK`ê û dewleta tirkî ya dagîrker pir dibin. Lewra êrişên wan yên hevbeş yên ji 23`yê Nîsana 2021’ê, heta niha didomin -ku bi armanca tinekirina Tevgera Azadî bûn-, di asteke bilind de şkestin. Bi van civînan, plan û komployên xwe yên nû ji bo heman armancê dîzayn dikin”.

`PDK xêrûbêra Başûr ji bo desthilata xwe pêşkêşî dagîrkeran dike`

Li ser peymanên PDK`ê bi dewleta tirkê ya dagîrker re Nerîman wiha axivî: “Bêguman peymanên PDK`ê bi dewleta dagîrker ya tirkî re bandoreke neyînî li gelê Kurd dike û Iraqê jî hêrs dike. Destûra Iraqê qaşo ji aliyê hikûmeta Herêmê ve -ku desthilata wê bi serkêşiya PDK`ê ye- hatiye erêkirin. Ji ber wê ev peyaman neqanûnî û nehiqûqî ne. Di encamê de Iraq dixwaze tola xwe ji PDK`ê hilîne. Herî dawî jî biryara Dedgeha Federal ya derbarê petrol û xazê de bû. Lê ji ber israra PDK`ê, yê herî zêde zirarê dibîne gelê Kurd bixwe ye. Ji her kesî re belî bûye ku ji dema desthilata Erdogan û AKP`ê de, beşek ji aboriya xwe ji petrol, xaz û xêrûbêra başûrê Kurdistanê digire. Di encama peymana 50 salî de ya bi dagîrkeran re, civak rûbirûyê qeyraneke aborî, siyasî û civakî ye.”

Hêjayî gotinê ye ku peyman 50`î salî ya PDK`ê bi dewleta tirkî re, bê agahdariya Hikûmeta Bexdayê ku wê petrol û xazê bifiroşe Tirkiyê; 25`ê Adara 2013`an di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hat imzekirina. Lê Nêçîrvan Hezîrana 2014an li parlamantoya herêmê bi awayekî fermî ragihandibû!

‘Kî bibe serokkomar ne xema civakê ye!’

Nerîman di heman demê de helwesta PDK`ê ya li Bexdayê anî ziman û ev agahî dan: “Di salên dawî de diyar bû ku serokkomarî ne para gelê Kurd e, para partî û xanedanan e. Serokkomarî di çarçoveya berjewendiyên madî yên partiyan tenê de bi kar anîn. Ji bo wê di nerîna civakê de jî kî bibe serokkomar jê re ne xem e û ne girîng e.”

`PDK dixwaze wek ku li herêmê kirî, desthilatê li Iraqê jî bixe destê xwe û derî ji dagîrkeram re veke`

Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî li ser armancên PDK`ê axivî û wiha got: “Ji aliyê din ve PDK dixweze wek ku dest daniyê ser desthilata herêmê, li Iraqê jî heman karî bike. Şerê wê jî şerê misogerkirina desthilatê ye û li dijî partiyên kurdî dekûdolaban çêdike. Ev ji bo gelê Kurd zirar û xetera herî mezin e. Perçebûnê di nava gel û partiyên siyasî yên kurdî de kûrtir dike. Lewra bidestxistina serokkomariyê ji aliyê PDK`ê ve tê wateya rêvekirina li pêşiya projeyên dewleta tirkî ya dagîrker li seranserê Iraqê.”

`Wê ji ber siyaseta PDK`ê rewş kamaxtir bibe`

Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistê di dawiya axaftina xwe diyar kir ku PDK di çarçoveya siyaseta xwe de ya bi Tirkiyê û hêzên Sune re, rewşeke pir bixeter ji bo gelê Kurd tîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ne li xema wê ye ka wê rewşa Başûr ber bi kû ve biçe. Armanca wê ew e ku projeyên dewlet tirkî li herêmê xurttir bike. Di encama xurtbûna dewleta dagîrkeran de jî PDK desthilat û berjewendiyên xwe diparêze. Li gorî ku tê payîn wê rewşa Başûr ji ber PDK`ê xerabtir bibe û gefên hikûmeta Bexdayê jî pirtir bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.