Sîpan Şînda
Di nava civaka Kurd de gotin ji beriya her tiştî tê. Dema gotin ji devê mirovî derket, êdî divê mirov li gotina xwe xwedî derkeve û gotina xwe li erdê nede. Ji ber wê, heta gotin di devê mirovî de ye gotin exsîrê mirovî ye; lê belê piştî gotin ji devê mirovî derket êdî mirov êxsîrê wê gotinê ye heta ku mirov gotina xwe bîne cih. Ji ber wê mirov di jiyanê de bi gotina xwe serbilind e yan ji sernizim e.
Di nava Kurdan de ji berê ve peymanên nivîskî ne belav in û hetanî niha ji pirrê Kurdan li gorî sozên devkî didine hevdu tevdigerin û qewlan di nava xwe de datînin. Ew sozên didine hevdu ji bo wan sened in û ew qewlê ew di nava xwe de datînin ji bo wan roja dayîna senedê ye. Dema yek sozekê dide yekê, ew dizane ku ew soz ji hemû peymanên nivîskî ji bo wî/ê girîngtir e û divê ew girêdayî qewl û soza xwe be. Çimkî heke ew ne girêdayî wê soza xwe be, ew dizane ku extûbara wî/ê dişkê û çi qedir û qîmetê wî/ê di nava civakê de namîne. Ew wê weke derewker, hîlebaz, bê extûbar bête naskirin û ev yek jî ji bo wî/ê kesê tê wateya qelsbûna kesayetiyê. Qewlê ku di nava du kesan de tê danîn, tê wateya baweriyê û saxlemiyê. Ev yek exlaqê civakê xurt dike, bîr û baweriya di nava civakê de zêde dike, têkiliya di nava civakê de germtir û xweştir dike, çanda civakê gurrtir dike. Kesayetiya mirovan qayîm û bilind dike, mirov ji xwe bawer dibe, serbilind û serfiraz dibe. Xwedîlêderketina sozê di nava demê de mirovî pêşve dibe, giraniya mirovî di nava civakê de çêdike, qedir û qîmetê mirovî zêde dike.
Mixabin di roja me de exlaqê civakî gelekî hatiye pişaftin û gelek kes êdî ne li soza xwe xwedî derdikevin û ne ji girêdayî çi qewlan dimînin. Exlaq ewqasî ji hev felişiye, êdî hema kî bikaribe kê bixapîne û kî bikare neheqiyê li yê din bike. Hema kî keysê xwe li yê din bibîne derbekê lê dide. Ji bo çar qurûşan şkandina sozê êdî ji vexwarina kurtek av hêsanîtir bûye. Mirov dibêjin hema bila çar qurûş zêde bigihêne min, yan ji ez çar qurûşan ji berîka xwe nedime hezar sondan li binê çengê xwe didine. Heq û hiqûqê kedkaran, xebatkaran dixwine û qet ne li xema wan e. Lê belê di rastiyê de ew kes derbê li xwe didin. Xwe di nava civakê de dişkînin, bê qedr û qîmet dikin. Mixabin ev qelsbûna exlaq û civakê ye. Ev yeka henê ji mirovî mecbûrî senedên nivîskî û peymanan dike. Lê belê di nava civaka Kurdan de hê ji rêgezên civakî ji zagonên nivîskî belavtirin û pirrê mirovan li gorî irf û edetên civakî aliyê soza xwe neanî cih mecbûr dike ku soza xwe bi cih bîne. Berovajî vê di nava civakên rojhilatî de dema ji herdu aliyan yek şertê xwe pêk neyîne diçin dadgehê û dadgeh aliyê neheq mecbûr dike ku ew qewlê xwe bîne cih.
Dema sond xwarin û derewkirin di nava civakekê de zêde bûn, exlaq ji di nava wê civakê de têk diçe. Ji ber ku qîm û bawerî namîne. Ji ber wê, dema niha mirov sozê didine hevdu yan ji sozê ji hevdu distînin dibêjin “soza mêrê jiberê”. Lewra ew dizanin ku çi qedr û qîmetê soza mêrê îro nemaye. Lê di nava Kurdan de gotineke gelekî xweş û bi wate heye. Dibêjin qewl dina betal dike. Ka îca giraniya sozê û qewlî bizanin.






