Rûken Silo
Dêrika Hemko, di dîrokê de xwediya roleke girîng e û heta îro jî vê girîngiya xwe diparêze.
Di heman demê de dîrokeke wê ya pir kevnar heye. Dîrokzanan teqez kiriye ku Dêrik pir û kilîla di navbera Bota û Behdîna de ye. Herwisa gelek kes dibêjin Dêrik xwîşka Cizîra Bohta ye.
Vê mijarê bala min pir kişand û min ji bo xwe erk dît ku li ser vî bajarê dîrokî binivîsim
– Navê Dêrikê bi du awayan tê gotin
1- (Di rêk ) ango ji du rêkan tê. Ku yek ji wan Rêya Hevrîşim ya bazirganan e ku ji milê Mûsilê ve tê.
2- Dêrik ango dêra piçûk. Hin dibêjin, ji dêrekê tê. Çimko dêrek tenê ya xiristiyanan li bajêr hebûye. Heta roja me ya îro jî ew dêr ciyê serdana gelek nexweş, tawî û bawiyan e. Ji gelek olan mexweî qesdê dikin û pir efsaneyên balkêş li ser têne gotin.
Sala 1936an Dêrik gundekî piçûk bû û navê xwediyê wê jî Hemko bû. Kurdekî ji eşîra Hesinan bû. Endîwer bajar bû. Piştî demekê xelkê Endîwerê derbasî Dêrikê bûne. Xelkê wê ji Kurd, Ereb û Suryanan pêk dihatin.
Çend cî û şûnwarên dîrokî yên vê herêmê ev in: Aşê Hemko, Qişleya Frensî, Pira Bafid. Xumarên Xeydayê, Najarê Kurkê Rewal, Şkefta Zembîlfiiroş ya li qûntara çiyayê Qereçoxê (Beroj) Ji bilî van dêrên Xiristiyanan yên dîrokî jî hene-
Di dîrokê de di navbera çanda Bota û Dêrikê de girêdaneke pir xurt heye û civakên li herêmê jî hemû êl û eşîrên Bota ne. Ji ber wê çanda herêma Dêrikê li ser çanda Cizîra Bota tê hesabkirin. Ev civaka ji Bota çanda xwe ya rengûreng, weke keyf û şahî, şîn û warşîn, behî û danûstandina di navbera jinê û civaka derdora wê de, di roja me ya îro de jî diparêz.
Herêma Dêrikê bi wêje û tûreya xwe û bi helbestvan û tûrevanên bibandor yên weke Seydayê cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Seyd Eliyê Findikî, û hwd. tê naskirin.
Ji aliyê hizir, ramiyarî û rewşenbîrî ve jî stûnên girîng yên rewşenbîr xwe dispêrin wan yên weke Ibnil Esîr, Bedirxanî, Mîr Cemaleddîn ji Cizîra Bota ne. Ji ber wê helbestvanên Dêrikê li ser şopa wan dinivîsin û wan ji xwe re dikin çavkanî. Helbestvanên herêma Dêrikê bi devoka Bota dinivîsin û ev devok li seranserê Kurdistanê devoka zelal û resen hatiye naskirin. Weke devoka Qureyşî di nava Ereban de. Ji ber wê helbestvanên Dêrikê di asta bilind de tên naskirin.
Folklora herêmê jî di cewherê xwe de folkloreke Botanî ye; weke stiran, şîn, şahî, alavên xwarinê û yên kar, cilûbergên zûmeyî. Hem li Bakur, hem li Başûr hemû yek xêz û yek rêz in û ji yek kaniyê tên avdan






