Zekî Bedran
Şerê li Ukrayna hê di rojeva dinyayê de ye. Şer di hefteya 2. de ye. Mirin û wêranî her ku diçe pirtir dibin. Piştgiriya welatên Rojava bandorê li leza dagîrkeriya Rûsya bike jî têra rawestandinê nekir. NATO diyar dike ku tevlî şer nabe û naxwaze rê ji şerekî dinyayê re veke.
NATO û Amerîka ji serî ve diyar kiribûn ku li cem Ukrayna nakevin şer. Lê di qada aborî de bûye weke şerê dinyayê. Amerîka û Ewropa li hemberî Rûsya dorpêça aborî, siyasî û dîplomatîk zêde dikin.
Dewleta tirkî di vî şerî de li firsetan digere û dixebite sûdê ji krîzê bigire. Li milekî ku dixebite têkiliya xwe ya bi Amerîka û NATO re baş bike û xwe li cem wan nîşan dide, li milê din dibêje, em dev ji Rûsya û Ukrayna bernadin. Faşîzma Erdogan di qada aborî de Tirkiye qedand, xist nava krîzeke kûr. Bîst sal in welat bi rê ve dibe. Enflasyon di asta jor de bilind bûye. Çavkaniyên welat yên aborî hatine qedandin. Li hemberî welatên erebî ku qoçê wan dikir û Israîlê devê xwe xwar dike û dixebite têkiliyan rast bike.
Erdogan ku li hemberî Amerîka û NATO devê xwe xwar dike, naxwaze Rûsya jî bixeyidîne. Bi taybetî dizane ku wê di qada aborî de pirtir zorê bikişîne. Ji bo tûrîzmê Rûsya çavkaniyeke girîng e. Derveyî krîza aborî ji Rûsya pir ditirse. Wiha dihizire: Baş e ku Rûsya nêzîkî Kurdan bibe û alîkariyê bide PKK`ê wê çi were serê Tirkiyê. Jixwe Rûsya ev mijar jixwe baş bi kar anî. Piştî ku gerîlayên PKKê bi fûzeyeke Rûsya helîkoptereke Tirkan xistin, Erdogan li ber Rûsya çok danî. Bi dayîna bertîla du milyar û nîvê dolaran fûzeyên S-400 standin. Weke din bi gelek tawîzên din bi Rûsya re hevkarî kir. Jixwe bi vî awayî karî Efrînê dagîr kir.
Ji bo wê Tirkiye naxwaze Rûsya bîne hemberî xwe. Ji ber ku li hemberî Rûsya tedbîrên hişk negirtine Erdogan NATO rexne dike, lê dibêje ez tevlî ambargoyê nabim. Qurnaziya Rojhilata Navî ji xwe re kirine pîşe. Lê di qadên şer û pêvajoyên girîng de bandora van qurnaziyan zêde nabe. Rûsya ji ber ku niha di zorê de ye naxwaze her kesî bike dijminê xwe. Lê rewşeke diyar heye, ku Tirkiye dixwaze Rûsya li Sûriyê lewaz bibe. Ragihandina bi Erdogan ve girêdayî dibêje, Rûsya ku niha bi Ukrayna ve mijûl e, weke berê nikare Idlibê bombe bike û gelê wê di aramiyê de ye.
Her kes baş dizane ku Tirkiye bi El Nusra, Ixwanî û rêxistinên weke DAIŞ`ê re di nava itifaqû de ye. Hişmendiya Erdogan û nêrîna wî ya li dinyayê ji ya wan ne cuda ye. Weke din jixwe derdekî van faşîstan yê aştî û edaletê nîne. Erdogan, Ergenekon û Bahçelî bi hev re kar dikin. Karkirina bi rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra re jî normal e. Amanca wan ya bingehî dijminiya Kurdan û rakirina wan ji holê ye.
Emîne Erdogan, ji bo Ukrayan aştiyê dixwaze. Yê nas neke wê bêje çi baş e. Lê dema Efrîn dihat dagîrkirin, bi hezaran mirov dihatin kuştin, heman Emîne Erdogan li cem Erdoganê faşîst bû. Li Efrînê destdirêjî li jinan tê kirin, darên zeytûnan tê birîn, hebûna Kurdan tê talankirin û xwîna bi hezaran mirovan hat rijandin. Ti kesî bihîst ku rojekê ev kiryar rexne kiribin? Na. Tam tersê wê li cem kujeran ciyê xwe girt.
Wê bandora şerê Ukrayna jî li gelê Sûriyê bike. Lewra Rûsya piştgira hikumeta Şamê ya herî mezin e. Rûsyayeke di nava şer de wê nikaribe weke berê bi Sûriyê ve eleqedar bibe. Di warê aborî de jî wê nikaribe weke berê alîkariyê bidiyê. Jixwe Sûriye di binê ambargoyê de ye û her ku diçe nirxê diravên wê kêm dibe. Her ku biçe wê gel xizantir bibe û bihabûn pirtir bibe. Dibe ku ev rewş bandorê li tevgera leşkerî jî bike. Herî zêde wê rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra ji vê rewşê sûdê bigirin. Tirkên dagîrker wê bixebite ku êrişî herêmên Rêveberiya Xweser bike.
Wê Tirkiye bixebite ku ji lewazbûna Rûsya ya li Sûriyê sûdê bigire û firsetan ji xwe re biafirîne. Ji bo wê divê gelên Sûriyê bidiqettir tev bigerin û li hemberî lîstikên dewleta tirkî tedbîrên xwe bigirin. Di van mijaran de tecrûbeyên rêveberiya Şamê û Rûsya hene. Baş dizanin ka Tirkiye dixwaze çi bike û li dû çi ye. Lê Tirkiye keysbaz e. Wê bixebite ku ji aliyên wan yên lewaz sûdê bigire. Em ji bîr nekin ku hêza yekane ya ku faşîzma tirkî bide sekinandin hevgirtina gelan, birêxistin û hêza wan e.






