Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Adîfe Sakik û 8’ê Adarê

06/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Lîsteyeke “Terorê” ya Kurdan jî heye
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de jinek jî hebû. Navê wê Adîfe bû..Bêrîvan bû..Ji bajarê Mûşê ji gundê Zengokê bû..Gerîlaya yekê ya jin ya wê heremê û xwîşka min (FS) bû..

Her sal di 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin. Disa hersal di têkoşîna jina Kurd e behsa şehîdên salên 80’ê yî tê kirin. Navê Adife jî derbas dibe. Çi tesaduf Adîfe jî di 8’ê Adarê de şehîd bûbû.

Adîfe berî ku bibe Bêrîvan, li gundê xwe wek jineke Kurd ya ji rêzê, di nava zeviyên Tutinê de dixebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Ti qedir qîmetê wê tinebû. Adîfe jî wek tevayiya jinên din bi qedera xwe razî bû. Li gundê wê jî wek her deverê, rolên cinsiyetperest yên li jin û mêr hatibûn barkirin hebûn. Vê rewşê bi xwe re, kodên koletî û serdestiyê dihewandin. Di vê jiyanê de cinsiyetparêziyê jin dixist pozisyona koleyan. Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apoyî hatin gundê wê, wê roj hişê Adîfe jî hat serê wê.

Di nava vê komê de Haydar Karasûngûr hebû. Karasûngur di axaftineke xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo yên derbarê jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pir bibandor bûbû. Partiyeke bi navê PKK’ê hatibû avakirin û di vê partiyê de behsa azadiya jinê hatibû kirin.

Adîfe, biryar da bibe Apoyî û ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşe. Lê diviya destpêkê jin azad be ku bikare ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Gotineke rêber Apo hebû. Digot, afirandina jineke azad ji azadkirina welatekî zahmetir e. Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatê kir. Ji koma Apoyiyan çi agahî digirt di nava jinan de belav dikir. Navê wê êdî Adîfeya Apoyî bû.

Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî dest pê kiribûn. Banga rêber Apo jî hebû digot ‘dive jin werin di nava têkoşînê de bi awayekî çalak cih bigirin û bibin gerîla’. Diviya Adîfe jî, biryarekê bide. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û paşrojek pirr zelal dest pêkir. Li çiyayên Andokê azad û navê wê jî êdî Berîvan bû.

Li ser daxwaziya rêber Apo, jinên Kurd yên weke Adîfe bi rêxistin dibûn û berê xwe didan nava refên gerîla. Dema xeberên ‘gerîlayên jin’ di nava civakê de belav dibûn, zihniyeta zilam ya li dijî jinê jî ji hev belav dibû.

Di wan salan de li Kurdistanê bingehê azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû avêtin. Li ser vê bingehê li Rojava şoreş pêk hatibû û jinan li eniya pêş cih girtibû. Artêşa Adîfeyan-YPJ dema li Kobanê destaneke nû ya jinê nivisî, cîhanê şahidî kir. Jin, li ser vê bingehê, îro li cîhanê ji têkoşîna jinan re pêşengiyê dike. Ew bûn sebeb ku îro li gelek navendên cîhanê dengê “jin jiyan azadî” bilind dibe.

Dema Adîfe, 8’ê Adara 1985’an, di şer de şehîd bû, bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên Kurd. Digot; 8’ê Adarê bi rojekê tenê nayê pîrozkirin. Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike. Jinên Kurd ev peyam girtibûn. Îro jî li her deverê jinên Kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistanê têdikoşin. Û di roja 365’an ango di 8’ê Adarê de dadikevin qadên pîrozbayiyan. Ew ror li qadan dengê jinên azad bilind dibe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.