Idrîs Henan
Dibêjin, “Mirov li kerê siwar be carekê eyb e, eger peya bibe jî du caran eyb e”. Xwerakişîna hêzan li hev ya îro li her qadê gurr bûye. Her alî hewl dide tiştên xwe bi yên din bide qebûlkirin û tiştên berê inkar bike. Xisleteke desthilatê ye, dîrokê bi avabûna xwe re dijmêre û ji bo xwe rewa nîşan bide her kêliya berê tine û imha dike. Ji bo wê jî hinek têgîn û têgehan dide afirandin û zihnê civakê li parzûna wê dixe û li gorî domdariya desthilata xwe teşe dide civakê. Mirovan bi karakterê serdest mohr dike û weke makîneyan ji bo berjewendiya berfirehkirina otorîteya xwe marjînalîze û bêreh dike. Jixwe bêrehhiştin, bêkokî û bejinkurtî ye. Fena giyayê nav avê dibe, ti hewceya wî nîne bibe xwedîreh û kok. Lewra bi ser avê jî nakeve û her kevzok dimîne. Desthilatdarî jî bi van rêbazên xwe yên şer û pevçûnê ku pala xwe dane şîdeta hişk a li ser bingeha qelandin û şewitandinê, hewl dide biçimê dixwaze li civakê bar bike û ji kêliya ku civakê dipelixîne roj û dîrokên xwe dijmêre.
Îro jî eger mirov bikare navekî li qewimînan bike wê “pêşbirka desthilatdariyê ya li ser qirkirina civakan” navekî ne şaş be. Lê her çendî hesabên aliyên heyranê qutubûyînê ji bo xwe rast bin, di pêvajoya şeran de her potansiyela sosretan û sûprîzan ku van hesaban tevlihev bikin, heye. Bûyer û reaksoynên ji nişkê ve ku bandoreke cidî li pêvajoya qelem û defterê dikin, dikarin bizava siyasî û lebitînên leşkerî serûbin bikin û weke ku ti hesab nehatibe kirin û çarenûsa dihat hêvîkirin bêmane bikin. Ev di qonaxa şerê cîhanê yê duduyan de di hinek hesabên Hîtler de berbiçav bûn ku qet nedihat bala wî eniyek bi lez û bez li beramberî êrişên wî ava bibe, hindik be jî, gelên ku rastî êrişên wî hatine, derveyî hesabên wî, heta kêliya serkeftinê li ber xwe dan.
Nimre û jimarên wan çi dibin bila bibin, dixwaze yekemîn, duyemîn an sêyemîn be, ti berjewendiya gelan di van şeran de nîne. Tişta tekûz ew e ku wê dîrok xwe dubare neke û wê ji nû ve li gorî dilê desthilatdar û çilekên qutubûnê nebe. Her çendî idîa bikin ku şerên dimeşînin bi armanca pêkanîna edalet û aşîtiyê ne, derewên mezin dikin û di serî de gelan qir dikin. Armanca wan ne edalet û wekhevî ye, berovajî, hiqûqa otorîst û çînatiya zîgoratan e. Eger îro li cîhanê şerekî wisa qewimîbe, di nava koşeyên xwe de van hemû berjewendî û çilekiyên olî û mezhebî, siyasî û aborî, leşkerî û hegemonyal dihewîne.
Çendî di hesabên wan de berjewendiya gelan nebe ku tenê amûrên pêkanînê ne, lê îro felsefeya ku gelan bîne cem hev û rehên wan ên kevzokî bi qasî kûrahiya rastiya dîrokî dirêj bike, bejin û bala wan bigihîne tavê, afiriye. Ev rêya sêyemîn a gelan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa gelan a 19 Tîrmehê re zindî bûye, tekane rêya xilasiyê û serfiraziya gelan e. Berjewendiya gelan dûrî hesabên otorîter sazûman dike ku yekser hemû pirsgirêk û aloziyên ku hêzên xwedîqoç diafirînin, dûrî pêşbirka desthilatdaran çareser dike. Bi zêdebûn û bilindbûna rageşiya li cîhanê re careke din isbat dibe modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku çareseriya li ser bingehan edaleta civakî û nirxên exlaq polîtîk esas digire, rêyek jêneveger a pêkvejiyanê e. Di heman demê de çareseriya li derveyî sînorên desthilatdariyê ya bi itîfaqa gelan e. Çi hêza cihê xwe di rageşiya desthilatê de bigire, binkeftina wê misoger e.






