Span Şînda
Şer, ango girîn, qîrîn, hawar, rev, bez, xwelîserî, penaberî, malxirabînî, talankirin, rahêlan, tirs, birçîbûn, têhnbûn… Şer, gund û bajaran wêran dike, qesr û qonaxan dike axur, biheştan dike dojeh. Şer, ne mirina mirova tenê ye, herwiha kuştina hişmendiya kesayetî û civakî ye, têkbirina nirxan e, qirkirina paşrojê ye. Şer ji dar û deviyan heta mişk û maran diqeilîne, teht û zinaran dihelîne. Lê mixabin ev tişt yek ji ne di xema şerxwazan de ye. Tiştek tenê di xema wan de ye; gihîştina armanca wan.
Piştî ku 24ê Sibatê Rûsya êrişî Ukrayna kir, dîsa dîmenên xirab derketin. Bi sedhezaran mirov bûn penaber, gund û bajar wêran dibin, jin û zarok perîşan dibin û tên kuştin. Ya rast ev dîmenên hene ji me Kurdan re qet jî ne nû ne. Ev sed sal in em hingî roj van dîmenan dibînin. Ji Qoçgirê heta Dêrsimê, ji Agirî heta Mehabadê, ji Helebce heta Şirnex, ji Kobanê heta Cizîr û Efrînê her roj em Kurd di binê gurmegurma topên dijminan de ne, em her roj penaber in, her roj malên me wêran dibin, jin û zarokên me tên kuştin. Lê ev nayê wê wateyê ku madem tê serê me bila bê serê hineke din jî. Na, bila li serê ti kesê neyê. Lewra ketina naa şer rewşeke pir ne xweş e. Perîşanî ye. Lê mixabin ev ne li xema xwînmij û dagîrkeran e.
Di zagonên her welatî de û di yên navneteweyî de jî tixûbên şer hatine diyarkirin. Li gorî zagonên navneteweyî kesên sivîl divê nebin amanc, jin û zarok û extiyar neyên kuştin, yan jî êxsîrkirin. Lê mixabin li gorî dîmenên ji Ukrayna tên ev hemû ji tên kirin. Leşkerên Rûs weke hovan hema êrişî her tiştî dikin û her derî xirab dikin. Gelo ma hovên neyarên Kurdan ji wan kêmtir in, na bi Xwedê sed carî ji wan xirabtir tînin serê Kurdan û zalimtir in jî. Lêbelê ti kes nabîne, lewra dewleta Kurdan nîne. Herwiha di her olî de ji kuştina sivîlan, ya jin, zarok û extiyaran hatiye qedexekirin. Divê zerer negihê kesên bêçek. Lê mixabin hov ti exlaq, zagon û olan nas nakin. Bêexlaqî ol, zagon û rêgezê wan yê şer e. Hema çi bikeve ber wan talan û wêran bikin. Lê dema tê axaftinê jî dibêjin em ti zererê nadin tii kesî û ti tiştî. Gelo ma kî bi viran miriye! Derdikevin li ser çapemeniyê û ji bo bê exlaqiyên xwe veşêrin, bêexlaqiya herî mezin dikin. Derewan dikin, bêbextiyan dikin, dixwazin pîsîtî û qirêjiyên kirîn veşêrin. Lê dema diaxivin ew bêexlaqiya wan li ser eniya wan dibiriqe, bê exlaqî weke gilîzê di devê wan de tê xwarê. Di teknolojiya îro de ti kes nikare van hovîtiyan êdî veşêre. Her mirov rojnamevaneke, her ciwanek dîmenkêşek e. Berî derewên wan, di ber derewên wan re, piştî derewên wan rastî her tim li ber çavên wan e, lêbelê çavên wan kor in. Ew her tim li bendê ne ka çi qeder wê derewên wan cihê xwe bigirin. Gotineke pêşiyên Kurdan dibêje ‘heta rastî digere vir cihê xwe digire’. Lêbelê îro ev gotina pêşiyan berûvajî bûye. Heta vir tê amadekirin rastî cihê xwe digire. Lê ew bêexlaqên şerî didin destpêkirin û meşandin qet ne di xema rastî û derewan de ne. Yan jî ne di xema bêexlaqiyên leşkerên wan dikin de ne. Ew tenê li xema selteneta xwe de ne. Lêbelê divê kesên xwedîexlaq jî her tim li hemberî wan bêexlaqan têkoşînê bidin da ku ew jî rihet nebin.






