Dijwar Ehmedaxa
Min navê quncika xwe kir Tîr. Apê Mûsa (Musa Enter 1918 –1992) di Rojnameya “Welat” de, bi vî navî dinivîsî. Min xwest ew nav ji nû ve zindî bibe û nemire. Ji ber wê min navê vê qunçikê kir Tîr…
12ê Adara 2004‘an, li Qamişlo, di lîskeke gokê de ku di navbera tîma bajarê Qamişlo ya bi navê Cîhad û tîma DêraZorê ya bi navê Ell Fitiwê, rêjima Esed bi zanebûn derfet da çeteyên xwe ku êrişî Kurdan bikin.
Wê demê, ti hêzên Kurdan yên rêxistinkirî ku bikarin wan biparêzin tinebûn. Ji ber wê çeteyan piştî bûyerên 12ê Adarê, êrîşî mal û milkên Kurdan kirin û rêjimê jî destek da wan. Di encama wê êrişê de nezî 30 kesî şehîd û bi dehan jî birîndar bûn. Herwiha bi sedan xortên Kurdan hatin destgîrkirin. Generalê istixbaratê yê rêjimê Muhemed Mensûra ji rayedarên dewletê yên li Qamişlo re wiha got: Karê ku min di sih salî de kir û encam jê girt, we di şev û rojekê de berbat kir. Ango rastiya vê gotinê wiha bû: Mensûra di sih salên berpirsiyariya xwe ya istixbarata herêma Cizîrê de, Kurd kirin 20 parçe û ji hev belawela kirin. Lê di êrişên 12ê Adarê de gelê Kurd tev bû yek û pêşengiya serhildanê kir.
Ku em bên li rewşa niha meyze bikin, em dikarin çend tiştan bibînin.
Yek; niha Kurd ne tenê ne, dost û hevalên wan yên Ereb û Asûr, Suryan û Ermen hene.
Dudu; Kurd xwedîrêxistin û xwedîhêz in; parêzvanên wan yên weke YPG, YPJ û Asayiş hene ku bi hezaran keç û xortên Kurdan ji bo parastina gel û xaka xwe çek hildane û di nava van rêxistinan de ciyê xwe girtine.
Sisê; projeya Kurdan heye ku ew jî sîstema “Neteweya Demokratîk” e û di nava xwe de jiyana hevbeş, biratiya gelan û civaka azad, dihewîne. Herwiha di vê hişmendiya Neteweya Demokratîk de bîr û baweriyeke xurt bi çareserkirina tevayiya pirsgirêkên gel, netewe û olan heye.
Em xwedyên malê ne, rêjim û çete jî diz in. Em di wê baweryê de ne ku dema em xwe nas bikin û li mala xwe xwedî derkevin, li pêşiya çeteyan yan jî dizan ji revê pêve tiştek namîne. Vêca divê em xwe baş bi rêxistin bikin û li xwe xwedî derkevin. Çi Kurd, çi Ereb, çi Suryan, çi Asûr û çi Ermen em dest bi dest, mil bi mil, li kêleka hev bi hev re xaka xwe biparêzin.






