Jînha/Cezayîr
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, gelek komele û rêxistinên femînîst ên ku mafên jinan diparêzin li Cezayîrê bernameyên xwe yên ji bo vê rojê ragihandin. Di van bernameyan de gelek pêşniyar û daxwazên ku çalakvanên femînîst ji bo temînata parastina mafên jinan pêşniyar kirine hene.
Li Cezayîrê jî wekî gelek welatên cîhanê heya niha gelek jinan daxwaza mafên xebat, xwendin û qanûneke ku wan ji her cureyê tundî, tacîz û cudakariya zayendî ya ji ber civaka baviksalarî ya otorîter çêdibin biparêze, dikin. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re gelek komele û rêxistinên femînîst ên ku mafên jinan diparêzin li Cezayîrê bernameyên xwe yên ji bo vê rojê ragihandin û diyar kirin ku divê 8’ê Adarê bibe roja têkoşîna ji bo hemû mafên jiyanî. Bernameya çalakiyên li Cezayîrê ya îsal wiha ye:
Komeleya AZETTA dê yekemîn atolyeya xwe ya xweparastinê ji bo jinan li dar bixe
Komeleya AZETTA dê bi derhêner û lîstikvana serkeftî ya di lîstikên cîhanî de ku madalya bronz li şampiyoniya Cîhanî û Afrîkayê bi dest xistiye Lamia Matoub re di 4’ê Adarê de yekem atolyeya xwe ya xweparastinê ya jinan bide destpêkirin. Komxebat dê bê pere û bi amadebûna femînîstan pêk were. Beşdarbûna komxebatê jî dê bi riya Gmaila komeleyê be.
Der barê komxebatê de Lîdaya Benbûzîd ji ajansa me re axivî û wiha got: “Komxebat dê ji bo feydeya jin û keçên ciwan be. Ji bo ku wan fêrî xalên herî girîng ên xweparastinê bike, ji bo ku bikaribin di her warî de parastina xwe bikin.”
Her wiha Lîdaya Benbûzî diyar kir ku dê komxebatên din jî hebin ji bo bihêzkirin û perwerdekirina jinan di warê xweparastinê de, ji bo ku jin bikaribin li hemberî destdirîjî û tundiya ku li kolanan rast tên, xwe biparêzin.
Komeleya Cezayîra me jî kampanyaya hişyariyê dide destpêkirin
Komeleya Cezayîra me (Cezayirena) dê ji bo jin, zarok û ciwanan kampanyayeke hişyariyê bide destpêkirin.
Tekildarî destpêkirina kampanyaya hişyariyê Hayat Ayat Aba ji ajansa me re diyar kir ku dê kampanya li wîlayeta Cezayîr, El-Blida û Tizi Ouzou di 27’ê Sibatê de dest pê bike û heta 8’ê Adarê bidome.
Weqfa Rojnameyên Femînîst Amal Hajaj, li ser cerd û amaran dixebite û hemû çalakî û xebatên ku çalakvanên femînîst di 8’ê Adara 2021’ê de dane destpêkirin, bi kurtasî dihejmêre.