Serokê berê yê Katalonyayê û pêşengê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê Carles Puigdemont li gel şandeyek serdana navenda sereke ya KNK’ê ya Brûkselê kir. Carles ji aliyê Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyr Aydar ve hate pêşwazî kirin.
Serokê berê yê herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont li gel şandeyekî payebilind a Katalonyayê (Konseya Katalonya), serdana navenda sereke ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brûkselê kir. Şande ji aliyê hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyr Aydar, hevseroka berê ya KNK’ê Nilûfer Koç û endamên rêveberiyê ve hate pêşwazîkirin.
Armanca sereke ya ji serdanê bihêzkirina peywendiyên dostaniyê di navbera gelê Kurd û Gelê Katalonyayê de bûye.
Herdû alî jî di hevdîtinê de behsa girîngiya xebat û têkoşîna hevpar ya di her qadê de kirin.
Parlementoya Katalonyayê bi awayeke fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê naskiribû.
ROJNEWS
Serokê berê yê Katalonyayê li gel şandeyeke payebilind serdana KNK’ê kir