Rojnameya Ronahî

`Mihrîcan ji bo parastin û pêşxistina berhemên jinan e`

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Bi dirûşma “Jin Kulîlka Bihara Çandê ye” careke din jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, mihrîcana wêje û hunera jinê ya heftane li dar dixe.

Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jinên Kurd, ji bo parastin û pêşxistina çand û hunera civaka xwe, her sal bi cilûbergên xwe yên bedew, mihrîcana wêje û hunera jinê li dar dixin. Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, mihrîcana heftan ya 1-2 Adara 2022`yan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Jin Kulîlka Bihara Çandê ye” li dar dixe.

Li ser mijarê endama komîteya amadekar ya mihrîcanê Botan Hoşê ji me re axivî.

Botan Hoşê diyar kir ku sal bi sal tevlîbûna jinan zêdetir dibe, lewra bi riya mihrîcanê, hestê heskirina xwe ya ji çanda xwe re tîne ziman. Botan axaftina xwe wiha domand:Jinên me yên bakur û rojhilatê Sûriyê, her sal helbest, çîrok, karê destan û wênesaziyên xwe yên nû bi coşeke mezin, ji bo mihrîcanê amade dikin. Ji ber wê ev mîhrîcan ji bo wan derfet e. Armanca me jê ew e ku em berhemên jinan biparêzin û pêş xin. Lewra gelek jinên me xwedî mewhîbe ne. Mihrîcana wêje û hunera jinê, hem ji aliyê moral hem jî ji aliyê madî ve, ji jinan re dibe alîkar.”

Botan Hoşê wiha axaftina xwe berdewam kir: Her sal mîhrîcan li ser asta Rojava tê li dar xistin. Me dixwest îsl jinên me yên derveyî welat jî tevlî bibin, lê ji ber rewşa heyî û girtina sînoran, daxwaziya me îsal jî pêk nehat. Heriwha rojên heyva Adarê ev çalakî ne, lewra derfetê me nînin ku em zîdetirî du rojan mîhrîcana xwe bidomînin. Lewra em dibêjin du roj ji me re pir hindike.”

Botan got, wê mîhrîcan bi belavkirina xelata were bidawîkirin. Her beşek ji pêşbirkekê wî sê kes biserkeve.

Endama komîteya amadekar ya Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê Botan Hoşê di dawiya axaftina xwe de ji jinan re serkeftin xwast û hêvî dike ku jin her tim xwedî li çand û hûnera civakê derkevin.

Şert û mercên tevlîbûnê mîhrîcanê ev in:

Divê temenê beşdariyê ne kêmî 18 salan be, berhemên beşdar pêwîst e bi zimanê kurdî, Erebî û Suryanî bin. Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotarên wêjeyî ne û beşdar tenê dikarin bi berhemekê tevlî bibin. Divê berhem li ser bernameya word`ê elektronîk werin amadekirin. ivê berhemên kurdî bi ponta 12 û yên erebî û suryanî bi ponta 14 werin amadekirin. Divê berhem li ti deran nehatibe weşandin û ji zimanekî din nehatibe wergerandin. Berhemên gotar û çîrok ne zêdeyî 2000 gotinî be, helbest jî divê ne zêdeyî du rûpelan be. Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê dijîn, herwiha yên li derve jî dikarin tevlî bibin.