Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Cotkaran banga destekê li Desteya Çandiniyê kir

Ji ber kêmbûna baranê cotkarên bakur û rojhilatê Sûriyê banga destekê kir. Hevserokê Desteya Çandiniyê diyar kir ku planên wan yên ji bo destekê hene û xebata wan ya sereke desteka ji cotkaran re ye.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li gel kêmbûna baranê, cotkar hişyariya karesateke çandiniyê dikin ku heke rewş wisa berdewam bike.

Cotkarên li herêmên başûr ên kantona Hesekê ji ber kêmbûna desteka ji projeyên wan ên çandiniyê re bi gilî ne û hişkesaliya 2 salên borî azarên wan zêdetir kirin ku di encamê de ziyanên mezin gihaştin çandinî û sewaldarî.

Herêmên başûr ên kantona Hesekê ji herêmên çandiniyê ye ku ji bo avdanê xwe dispêrin ava depoyên bendava rojhilat (Basil) a li navçeya Erîşa û bîran. Çemê Xabûr jî zêdetirî 40 hezar donim zeviyên çandiniyê yên ji navçeya Erîşa û navçeya Mergeda av dide.

Cotkarê bi navê Ebdullatîf Geraş diyar kir ku wî tenê carekê mazota ji bo zeviyên çandiniyê wergirtiye û got: “Ev miqdar ji çaryeka miqdara ku hewcedariya min pê heye, kêmtir e.”

Cotkarê bi navê Ewad El-Serax jî got divê xebat were kirin da ku mewsim ji telefbûnê were parastin û alozî di peydakirina genim û ard de çênebe. Têkildarî çareseriyan El-Serax wiha got: “Divê desteka cotkaran bê kirin ku miqdareke têr a sotemeniyê wergirin, di zûtirîn demê de bendava Rojhilat were vekirin. Ji ber ku hewcedariya zeviyên çandiyê beriya bidawîbûna meha Sibatê bi avdanê heye.”

El-Serax destnîşan kir ku piraniya cotkaran semad wernegirtiye. Ev jî lawaziyekê di berhemdayîna zeviyên avî de çêdike.

Li gorî endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê ya Şedadê Ebdulhemîd Mihemed, hejmara ruxsetên çandiniyê ji bîrên li gundewarên Şedadê re gihaştin hezar û 912’yan, ji wan 763 bîran para xwe ji sotemeniyê wergirtiye.

Li navçeya Til Şayir jî hezar û 259 bîr hene, jê 354 bîran para ya sotemeniyê ji bo avdana destpêkê wergirtiye.

Mihemed da zanîn ku dest bi birêxistinkirina lîsteya nû hate kirin ku para duyemîn beriya dawiya vê mehê, hemwextî vekirina bendava Xabûr ji bo avdana duyemîn, radestî cotkaran bikin.

Mihemed diyar kir ku Şîrketa Pêşxistina Çandiniya Civakî 70 ton semad ji herêmên başûrê Hesekê re veqetand ku ev jî kêmî miqdara pêwîst ji cotkaran re ye.

Li Dêrikê jî komîteya çandiniyê duşema borî, hezar û 300 ton semadê biharê (Urea nitrojen 46) li cotkarên berhemên wan ên avî ne û li navçeya Til Koçerê, belav kir.

Cotkar Ehmed El-Ebûd ê ji Til Koçerê, di vê mewsimê de 150 donim erd çandiye û wiha dibêje: “Min para xwe ji semadê wergirt. Ew jî 2 ton û 100 kîlo ye. Ji ber ku baran kêm bû, semad li zeviyên avî hatin belavkirin. Lê heke semad li zeviyên bejî hat reşandin û baran nebarî, dê berhem bişewite.”

El-Ebod ev tişt anî ziman: “Cotkaran li her hektarekê 30 kîlo direşand. Lê niha 10 kîlo direşîne. Ji ber ziwabûn û kêmasiya baranê.”

Li aliyekî din jî cotkar û berpirsê depoya Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya li Dêrikê Ehmed El-Ferec jî wiha got: “Miqdara semadê ku ji Dêrikê re hatiye veqetandin, têra cotkaran nake. Ji ber ku heta niha hezar û 500 ton hatiye belavkirin.”

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Şivan Delî wiha got: “Ji ber ku di navbera wê û cotkaran de peyman hene û semadê din li herêma Beravê ya Dêrikê were belavkirin ku baran li wir baş barî.”

HIŞKESALIYA 2 SALAN BAREKÎ GIRAN ÇÊKIR

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Dexîl îşaret bi zuhabûna li herêmê kir û wiha axivî: “Mewsimê çandiniyê di nava 2 salan de zuha bû. Barekî mezin li ser me çêkir.”

El-Dexîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji sedî 70 ji pêwîstiyên çandiniyê peyda kirin û wiha domand: “Ji ber zuhabûnê gelek cotkaran bîr kolan. Ji ber wê jî zexta di peydakirina sotemeniyê de (mazota avdanê) zêde kir. Projeya me ji bo zêdekirina destekê heye.”

Mihemed El-Dexîl diyar kir ku projeya wan ji bo zêdekirina destekê û mazotê heye û got ew dê destekeke mezin bidin berhemên genimê avî û piştrast kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ambargoya giran zehmetiyan dibîne û ev jî dibe sedema kêmbûna destekê.

Rêveberiya Xweser hewl dide di asta yekemîn de destekê bide berhemên genim. Der barê vê yekê de Mihemed El-Dexîl ev tişt got: “Girîngî di stratejiya me de desteka ji genim re ye. Da ku nan were peydakirin. Lê ev yek nayê wateya ku em ê berhemên din paşguh bikin.”