Rojnameya Ronahî

Peydekirina xazê pirsgirêka her malbatê ye

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bilî bihabûna pêdiviyên jiyanê, nearamiya nirxê dolar, herwiha pirsgirêka avê û elektrîkê, aloziya xazê jî bûye pirsgirêkeke din ya rojane. Bi taybetî li bajarê Qamişlo ev demek e kirîzeke mezin ya xazê heye û her kes li benda çareseriyê ye.

Peydekirina xazê li gel her malbatê bûye pirsgirêkeke cidî. Her kes dema ku xaza wî ya malê namîne dikeve tengayiyê. Kirîna xazê ji deverên cuda jî pir biha ye û hin caran jî peyda nabe. Niha cere ji 2500 lîreyî bûye sê hezar. Lê ya girîng ew e ku bi hêsanî peyda nabe. Derbarê mijarê de şêniyên bajêr, berpirsê belavkirina cereyên xazê û rêveberê Sotemeniyê ya herêma Cizîrê nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

Zehmetî û astengiyên peydekirina xazê

Welatiyê bi navê Nesredîn Remo ku li ser dora xazê sekiniye da zanîn ku Ji bo peydekirina xazê gelek zor û zehmetiyan dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Ji sala çûyî ve me her meh cereyek peyda dikir. Lê nêzî du mehan e aloziya xazê heye. Ji meha yekê ve min navê xwe qeyd kiriye û heta niha cereyê xazê bi dest min neketiye. Meha yekê jî li ti kesî nehat belavkirin. Meha çûyî neçar mam ji cihên cuda û bi bihayekî pir giran bikirim. Min cereyek bi 25 hezarên sûrî kirî.”

`Em bi saetan li ser lingan dimîni hata ku cereyekê peyda dikin`

Nesredîn got, em bi saetan di dorê de disekinin û zêdeyê 50 caran cihê cereyan diguherînin heta ku dor dighîje me. Ez ji saet 8`ê sibehan di dorê de me. Em bi saetan li ser lingan dimînin. Em bi hêvîn e ku ev alozî di demeke kurt de were çareserkirin.

`Xaz ji bo her malbatê pêdiviyeke sereke ye`

Welatiya bi navê Hesîna Mûsa jî wiha got: “Du meh in me xaz nestendiye. Cereyê wê têra mehekê nake. Divê her 20 rojan ji bo her malbatê cereyek were dayîn. Bi taybetî malbata ku jimara wan zêde be. Çimkî di malê de xaz pir tê bikaranîn û madeyeke sereke ye. Eger xaza me nebe em nikarin xwarina xwe amade bikin. Herwiha xaz ji bo gelek tiştên din jî tê bikaranîn.”

Hesîna ji bo bilindbûna bihayê cereyê xazê jî wiha got: “Bilindbûna bihayê cereyê ji bo me ne pirsgirêk e lê pirsgirêka me ew e ku peyda nabe. Berî niha bi du mehan xaz peyda dibû. Lê demek e peyda nabe. Em bang li berpirsên sotemeniyê dikin ku li ser vê mijarê bisekinin û çareseriyeke lezgîn jê re bê dîtin. Çimkî birsgirêka me ne xaz tenê ye.”

`Jimara cereyên Xazê ne li gorî jimara malbata ye`

Berpirsê belavkirina cereyên xazê Dilo Ibrahîm jî diyar kir ku rojane navên welatiyan qeyd dikin, da ku li gor sîstema kartên 2021`ê çêbûyîn xazê li wan belav bikin û ev li axaftina xwe zêde kir: “Li gorî sîstema hatî dayîn divê her welatî mehê cereyeke xazê bigire. Lê ji ber ku hejmara cereyên ku ji me re tên kêm in û ne li gorî jimara malbata ye hin caran malbat heta mehek û nîvê yan jî du mehan xaz bi dest wan nakeve. Her hefte 500 cere ji me re tên û em li malbatan belav dikin. Ev jimar kêm e û ne li gorê jimara malbatan e. Em dixwazin jimareke baş ji cereyan bigihîje me da em pêdiviya tevayiya malbatan pêk bînin.”

Dilo derbarê nedayîna xazê di meha yekê de wiha got:  “Karta vê mehê nehatiye şewitandin me ji bo dawiya salê hiştiye. Çimkî di meha 12an de kartên me xilas dibin, heta ku em kartên nû çêkin û li welatiyan belav bikin, demek baş derbas bibe. Ji bo wê jî me karta meha yekê ji dawiya salê re hiştiye. Da ku wê demê welatî bê xaz nemînin.”

`Li bakur û rojhilatê Sûriyê kargeheke xazê tenê heye`

Rêveberê Sotemeniyê ya herêma Cizîrê Ebdilselam Ebas bîr xist ku kargeha çêkirina xazê li Siweyda ye, ji bilî vê kargehê ti kargehên din yên çêkirina xazê li bakur û rojhilatê Sûriyê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berhemê kargehê rojane 120 ton xaz e. Ev miqdar 12500 cere dadigre û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tevî tê belavkirin. Her meh 1888 hezar cere digihîjin herêma cizîrê û li bajar û navçeyên herêmê tên belavkirin. Wek bajarê Qamişlo her meh 44 hezar cereyên xazê jê re tê veqetandin. Jimara kartên bajarê Qamişlo jî 68 hezar e. Ji bo wê jî ev jimar têra bajar tevî nake.”

Derbarê sedema aloziya xazê de jî Ebdilselam got, hin caran kargeh pirsgirêkên teknîkî tê de çêdibin, ji ber wê jî berhemê xazê nayê derxistin û kargeh tê sekinandin. Di rewşên wisa de xaz kêm tê derxistin û dibe ku welatî demekê bê xaz bimînin. Çimkî ti kargehên me yên din nînin ku şûna vê valayiyê dagirin.

Ebdilselam bal kişand ser bilinbûna bihayê cereyê xazê û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku nirxê pereyên Sûrî her ku diçe li hember dolar kêm dibe, herwiha ji ber bihabûna kirya erebeyên veguhestin, berpirsên belavkirina xazê astengiyan di milê barkirina cereyan de dibînin. Ji bo wê jî me bihayê cereyên xazê ji 2500 kir sê hezar.”

Rêveberê Sotemeniyê ya herêma Cizîrê Ebdilselam Ebas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvîne ku gel bi me re alîkar be, da ku em bi hev re vê aloziyê derbas bikin. Lê eger gel xwe weke aliyekî gazindê tenê bibîne, wê alozî kûrtir bibe.”