Idrîs Henan
Têgeha biratiya gelan ku şertekî bicihanîna felsefeya Neteweya Demokratîk e, ne ji bo gelê Kurd tenê ji bo gelan tevan pencereyeke azadiyê ye. Di wextekê de teoriya ti kesî têrê nedikir ku van pêkhateyên civakê bîne gel hev, Neteweya Demokratîk sîwana teorî û pratîk ya jiyana hevbeş bû ava dikir. Bi şoreşa Rojava re ev têgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayek berbiçav pratîze bû.
EŞÎR BI RÊBER APO RE BIHÊZ BÛN
Rûspiyê Eşîra Bobena Şêx Menan Bavê Xelîl li ser mijarê ji rojnameya me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bo me têgînên azadî û demokrasiyê bi projeya Rêber APO re bi wate bûn. Hemû qeydên kevneperest ên ku desthilatdaran li eşîran barkiribûn, ji holê hatin rakirin û eşîr ji nû ve li ser kokên xwe hatin birêxistinkirin. Êdî endamên eşîran derveyî saziyên klasîk ên dewletê, di nav komîn û meclîsan de hevgirtina xwe bi hêztir kirin”.
Bavê Xelîl di nav gotinên xwe de bal kişand ser rola stratejîk a Rêber APO ya vê mijarê û wiha dewam kir: “Duh naşibe îro. Bi projeya Rêber APO re eşîr bi hêz û isyatîf bûn. Berê tenê li gorî hişmendiya desthilatdariyên netewperest hêza eşîrê dihate destserkirin û di oxira berjewendiya qata desthilatdar de xisletên xwe ji dest didan. Ango ji rêxistibûneke dîrokî ya resen wêdetir heyberekî pêkanîna mirazên desthilatdariyê bû”.
Rûspyê Eşîra Bobena li Şhebayê Şêx Menan Bavê Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû eşîr û pêkhateyên Sûriyê kir ku rêxistinbûna xwe di bin sîwana projeya gerantor a Netewa Demokratîk de bihêztir bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwedî helwestek cidî bin.
BI NETEWA DEMOKRATÎK RE HÊVÎ ZINDÎ BÛN
Rûspiyê Eşîra El-Betoş li Şehbayê Îbrahîm El-Elî El-Mûsa jî diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO hewldaneke hegemoniyê ya rêgirtina li ber berfirehbûna projeya yekîtiya gelan a Netewa Demokratîk e û wiha anî ziman: “Di salên destpêka Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de, me nekarî wate bidaya wê kiryarê. Lê bi demê re zelal bû ku êrişa li ser kesayeta Rêber APO êrişa li ser porjeya wî ya Netewa Demokratîk bû”.
El-Mûsa destnîşan kir ku tayên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO bi aloziya Sûriyê re zelaltir bûn û wiha dewam kir: “Bi kirîza Sûriyê re, li hemberî projeya biratiya gelan hemû aliyên komploger, tevî hemû aloziyên xwe li hev kirin û bi hev re êrişî vîna gelan kirin. Baş dizanin ku projeya Netewa Demokratîk projeyek pêşerojê ya pêkve jiyana aşîtiyane ye”.
Rûspiyê Eşîra El-Betoş li Şehbayê Îbrahîm El-Elî El-Mûsa di dawiya nirxandinên xwe de ferq û cudahiya jiyana berê û ya îro anî ziman û wiha got: “Berê vîna eşîran hatibû xesibkirin. Civaka Sûriyê li ser bingeha dijatiye pêkhateyan ji hev re hatibû sazûmankirin. Bi projeya Rêber APO ya biratiya gelan re hêviyên gelan zindî bûn, hemû zext û terzên jiyana desthilatdariyê jî hatin têkbirin”.
DIJMINÊN VÊ PROJEYÊ DIJMINÊN AZADIYÊ NE
Ji aliyê xwe ve Rûspiyê Efrînê li Şehbayê Cuma Welo jî bi bîr anî ku hemû tecrubeyên gelan ên li ser bingeha netew-dewlet têk çûn. Her wiha dewleta olî jî bi ser neket. Bermahiyên wan jî îro gelan dagir dikin. Welo wiha dewam kir: “Gelê Kurd herî zêde rastî zilma van dîktatoriyên faşîst hatiye. Aliyê fîzîkî, hizir û derûnî de rûbirûyî êrişên dagirkeran maye. Ji lewra fikra Netewa Demokratîk berî her tiştî hêviya xilasiya hemû gelên bindest e. Hemû aliyên dijatiya vê paradîgmayê dikin, serdest û dijminên azadiya gelan in”.
Rûspiyê Efrînê li Şehbayê Cuma Welo di dawiyê de ev got: “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, dijatiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ji lewra azadiya wî jî azadiya hemû pêkhateyên herêmê ye. Îroj azadiya Rêber APO ji Kurdan pirtir eleqedarî xebat û têkoşîna pêkhateyên Rojhilata Navîn e. Ango barê pêkhateyan tuqatî ye ku projeyek di cewherê xwe de çareseriyê dihewîne”.