Mihemed Xanim/Qamişlo
PDK di felaketên tên serê Kurdan de, wekî amûreke sereke ji bo hêzên hegemon rolê dilîze û vê carê ji bo berjewendiyên xwe civaka Êzîdî dike qurban
Dîroka gelê Kurdistanê û tevayiya civakên Rojhilata Navî di civaka Êzîdî de ye. Bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwediya bîra herî kevnar ya mirovayiyê ye. Ji ber ku xwediya vê taybetmendî û baweriyê bû, ji bo desthilatdaran û bi taybetî dewletên dagîrker her tim weke civakeke herî metirsîdar hat dîtin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh, sala 906’an dest pê kir û fermana herî mezin ya dawî jî sala 2014’an bi destê DAIŞ`ê çêbû.
Civaka Êzîdî bi fermanan re rûbirû maye.
Êrişên qirkirinê yên li ser Êzidiyan di herikîna dîrokê de birêkûpêk hatine kirin. Piraniya van êrişan ji aliyê Osmaniyan û hin Kurdên xayîn ve hatine kirin. Çend ji fermanên hatîn serê Êzîdiyan wiha ne :
Sala 906’an Waliyê Mûsilê Hemadanî komkujî pêk anî
Sala 1246’an begê Zengî yê Mûsilê Bedredîn Lûlû komkujî kir.
Sedsala 16’an, bi fetwa Ebû Siûd Efendî û bi fermana Sultan Silêman, komkujî hat kirin.
Salên 1732-1733’an Nadir Şah komkujî da kirin.
Sala 1798’an bi alîkarê waliyê Bexdayê Ebdulezîz bin Ebdullah komkujî hat kirin. Navbera slên 1753-1800’î, bi fermana paşayên Osmanî şeş êrişên mezin li ser Şingalê pêk hatin û komkujî hatin kirin.
Di salên navbera 1832-1834’an de komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mihemed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.
Sala 1892’yan bi fermana Ebdulhemîd yê 2. komkujî hatin kirin.
Qirkirineke din ya di dema nêz de hatî kirin, sala 2007’an bû. Dema bi 4 wesaitên bombebarkirî êriş li gundê Sîba Şêx Xidir û Til Izêr yên Şingalê hatin kirin. Di encamê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan çeteyê Eniya Tikrmen ya Iraqê (ITC) ku ji aliyê Istixbarata tirkî ve li başûrê Kurdistanê hatibû avakirin di van êrîşê de cih digirt.
Xiyaneta PDKê ya dîrokî
Hezîrana 2014’an, dema çeteyên DAIŞ’ê Mûsil dagîr kirin, ji tevayiya navçeyên Mûsilê wêdetir, xetere herî zêde li ser Şingalê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berya wê ji bo Şingalê hişyarî dabû. Lêbelê PDK ya bi serkêşiya malbata Barzanî ku Şingal xistibû binê zext û bandora xwe, destûr nedida ku ti hêzên Kurdan xwe nêzî Şingalê bikin.
Şeva 2-3’ê Tebaxa 2014an, dema ku DAIŞ’ê dest bi êrişa ser Şingalê kir, nêzî 17 hezar çekdarên PDK’ê yên li bajêr bê ku fişekekê biteqînin vekişiyan. Li Sîba Şêx Xidir, Gir Izêr, Til Benat, Til Qeseb û Koço bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran dîl hatin girtin û revandin. Gel neçar ma ku berê xwe bide çiyayê Şingalê. Mirovên berê xwe dayîn çiyê li wir hêvî dîtin. Rêveberiy PKK’ê berî êrişê 12 gerîla bi rengekî veşartî şandibûn Şingalê. 3 ji wan gerîlayan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, 9 mabûn. Ew gerîlayên ku Êzîdî ji bo wan dibêjin “12 siwariyên Derwêşê Evdî” li çiyê hêza milîsan bi rêxistin kirin. Hêzên YPG û YPJ’ê jî ji Rojava ber bi çiyayê Şingalê ve korîdorek vekirin û ji wê ‘korîdora mirovî’ ya ji Til Koçer-Rebîa-Cezaa ber bi Şingalê ve bi sedhezaran Êzîdî gihîştin Rojava. 29’ê Cotmeha 2015’an YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku fermandariyeke hevpar bi navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şingalê” ava kirine.
Êzîdiyên li çiyayê Şingalê jî di binê sîwana “xweparastinê” de rahiştin çekan û cihê xwe di operasyonê de girtin. Di roja duduyan ya operasyonê de hêzên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG û YJA Starê navenda bajêr ji çeteyan paqij kirin. 14’ê Çileya 2015’an Meclisa Damezrîner ya Şingalê û 30’ê Gulana 2017’an jî Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê hatin ragihandin.
Li gel êriş, qirkirin û xiyaneta li wan hatî kirin, Êzîdî hê jî di binê zextên PDKê û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker de ne. Li hemberî wê, pêwîst e şêweyên xweparastinê û mîsogerkirina jiyana azad, bi gavên şoreşê di warê zihnî, kesayet, jiyan û xwebirêxistinkirinê de bên avakirin. Bîr, bawerî û sekna civaka Êzîdî wê şoreşa civakî biafirêne, mezin bike û biparêze.