Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagîrkeriya tirkî ji bo tevayiya gelên herêmê xeter e

27/02/2022
in Uncategorized
A A
Dagîrkeriya tirkî ji bo tevayiya gelên herêmê xeter e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim/Qamişlo

Ebla Xelîl: “Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi gef û êrişên ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.”

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê, bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ne. Herî dawî êrişên dagîrkeriyê yên bi balafirên bêmirov zêde bûne. Di encamê bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Li ser vê mijarê endama Dîwana Giştî ya Meclisa Qanûnsaz ya Herêma Cizîrê Ebla Xelîl ji me re axivî.

Ebla bîr xist ku ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirinê li  herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe, komkojiyan dike û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixwaze xwe li bakur û rojhilatî  Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vî bingehî dide meşandin. Tirkiye ku li ser asta Rojhilata Navî dewleteke netewperest û faşîst tê nasîn, her dem hewl dide bakurê Sûriyê û Iraqê dagîr bike. Rayedarên tirkî li ji bo xewn û xeyalên dagîrkeriyê bi şev û roj planan saz dikin. Dagîrkerî dixwaze ji krîzên Rojhilata Navî sûdê bigire û dagîrkeriya xwe li herêmê fireh bike.”

Armanca dagîrkeriyê tinekirina destkeftiyan e

Ebla da zanîn ku siyaseta dewleta tirkî ya faşîst ji her kesî re eşkere bûye û wiha dewamî da axftina xwe: “Siyasta dewleta tirkî zelal e; Projeya Biratiya Gelan ya demokratîk û aştîxwaz ya li ser bingehê wekhevî û edaleta civakî ava bûyî qet qebûl nake. Eşkere dibêje, ‘hebûna statûyeke demokratîk ji me re xeter e’. Ji ber wê gef û êrişên wê yên dagîrkeriyê yên ser herêmê wê di rojevê de bin. Dewletên faşîst her ku lewaz dibin, hov û dîntir dibin.”

Ebla bal kişand ser krîzên hundirê Tirkiyê û wiha axivî: “Dagîrkeriya tirkî di krîza aborî, siyasî, dîplomasî û civakî re derbas dibe. Hikûmeta AKPê dixwaze krîzên di hundir de derbasî welatên derdorê bike. Derveyî şer ti rêbazên din li cem nemane. ”

Rûsya û Amerîka ji bo berjewndiyên xwe kar dikin

Ebla da xuyakirin ku dewletên wekî Rûsya û Amêrka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amrîka qaşo li herêmê garantor in lê xwe bêdeng dikin. Dîroka her du dewletan ji her kesî re diyar e. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin bi milyonan mirovan bidin kuştin. Rûsya di têkbirina Komara Kurdistanê de roleke qirêj lîst û xiyanet li Qazî Mûhemed kir. Herwiha li Efrînê jî, dîroka xwe ya qirêj dubare kir. Amrîka ji Efxanistanê vekişiya û gelên wê di nava destê rêxistina Talîbanê ya terorîst de hiştin. Niha jî dixwazin gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikin gorî. Lê wê negihin armanca xwe. Lewra bê gelê Kurd ti çareseriya krîza Sûriyê ne pêkan e.”

Endama Dîwana Giştî ya Meclisa Qnûnsaz Ebla Xelîl ji gelên herêmê xwest ku rêxistinbûna xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e em hêza civakê bikin bingeh û li ser bingehê çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên navneteweyî wê gel neparêzin. Çavên dewletên faşîst li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê Rêveberiya Xweser ji bo berxwedana li hemberî êrişan di nava amadekariyê de ye. Çawa bakur û rojhilatê Sûriyê bû sembola berxwedanê, berxwedan jî wê berdewam be û êriş têk biçin.”

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.