Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Hêzên Ewlekariya Hundir yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di 25`ê Sibatê de li Dêrezorê şehîd bûbû, eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya navenda Hêzên Ewlekariya Hûndrîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîd wiha ye:
Navê şehîd: Mehmûd El-Metir El-Casim
Navê bav: Hemdan
Navê dayîkê: Cemala
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hecîn, 06.12.2021`an
Cih û dîroka şehadetê: Hecîn, 25.02.2022`an
Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de, sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd El-Meter re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.