Ev demeke kes qala civînên Astana yan jî binavê xwe yê dawî Soçî nake. Neqalkirina dewletên Rûs, Tirk û Îran yên civîna Astana nîşan didin ku êdî pêwîstiya wan bi van civînan nemaye. Pêşketinên dawî li başûrê Sûriyê vê rewşê hinek din jî eşkere dike.
Bi serkêşiya Rûsan û bi beşdariya dewleta Tirk û Îranê, bi gote gotên wê qeyrana li Sûriyê çareser bikin, civînên Astanayê birêxistin kirin. Ev merhele du sale dewam dikir. Gelek kes lihevhatina dewleta Tirk û Rûsan wek lihevkirina perçekirina Sûriyê dinirxandin. Di encama vê lihevhatina her dû dewletan û kêmekî ji navbirina Îranê di nava van civînaên li ser Sûriyê de him liderdora Şamê him jî li gelek herêmên din yên Sûriyê grubên ji bo xwe digotin em opozisyonin li hêrêma Îdlib û bakûrê Helebê hatin komkirin. Ev siyaseta Rûsan hişt ku dewleta Tirk bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê dagir bike. Dagirkeriya dewleta Tirk bi alîkariya Rûsan, dîsa bicihkirina artêşa Tirk ya dagirker li herêma Idlibê di encama civînên Astana û Soçî de pêkhatin.
Lê hemû hêzên li Sûriyê siyasetê dikin, ne li ser planekî tevdigerin. Her hêz li gorî xwe bi planên cûda tevdigerin. Piştî du salan hemû planên hêzan li Sûriyê di nava guhertinê de ye. Him Rûs, him Îran him jî dewleta Tirk ya dagirker planên xwe yên li herêmê diguherînin. Di nivisa xwe yên hefteya berê de min dabû xuya kirin ku Rûsya, Emerîka, Îsraîl, Urdin, û Erebîstana Sûdî li ser jinavbirina Îranê li Sûriyê di nava ligerîna lihevkirinê de ne. Niha eşkere dibe ku di encama van hevdîtinên di navbera wan hêzên li ser herêma başûrê Sûriyê encam digrin. Ev lihevhatina Rûsan ya li başûrê Sûriyê ne wek li bakûrê rojavayê Sûriyê ye.
Neyê eşkere kirin jî di encama vê lihevhatina wan dewletan de gelek grubên opozîsyona Sûriyê ya Erebên Sûnî derbasî nava rejîma Sûriyê dibin. Dîsa rejîma Sûriyê wan herêma bi temamî dixe destê xwe. Lê di encama lihevhatina Rûsya û Tirkiyê li Idlib, Ezaz, Cerablus, Bab, herî dawî li Efrînê dewleta Tirk bi temamî dagirkere. Di vê lihevhatina Rûsya û dewleta Tirk ya dagirker de tu berjewendiyê rejîma Sûriyê û bi taybet ya Îranê tune ye. Berovajî vê, dewleta Tirk ya dagirker herêmek pirr fireh yê Sûriyê dagirker kiriye. Lê lihevhatina li başûrê Sûriyê bi temamî di berjewendiya rejîma Sûriyê de ye. Ev lihevhatina nû ya di navbera Rûsya, Emerîka, Îsraîl, Urdin û Erebîstana Sûdî li ser vê herêmê, dibe ku zemînek ji bo giştî li Sûriyê be. Di heman demê de ji bo hevdîtina Pûtîn û Trûmp di mijara Sûriyê de dibe wek gavekê jî.
Bi lihevhatina Emerîka û Rûsya li ser başûrê Sûriyê, di heman demê de îlan kirina jinavbirina Astanayê ye.
Rûsya piştî bingehek lihevhatina bi Emerîka li ser Sûriyê peydekir, êdî civînên Astana û Soçî ji rojeva xwe derxist. Êdî dagirkeriya Tirkiyê wê zêdetir têkeve rojevê û wê Rûsya bixwaze xwe li herêmê zêdetir birêxistin bike. Lê ji ber lihevkirinên aborî yên Tirkiye û Rûsya wê nehêle ku Rûsya pirr aktif dijberiya Tirkiyê bike. Rejîma Sûriyê û hevkarên wê jî bi tena xwe nikarin li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de serwer bibin. Ev jî wê bingeha hevkariyekî nû li herêmê çê bike. Kurd û hevkarên wan dikarin baş ji vê rewşê sûd werbigrin.
Ezîz KOYLUOGLU