Piştî hilbijartina 24`Hezîranê êdî herkes li bendê ye ku AKPya pişta xwe daye MHP`ê bi hêzên herêmî û navneteweyî re bikeve nava hevkarî û têkiliyên qirêj û planên xwe yên tunekirinê bi hêzeke mezin bixe dewreyê. Di vê navberê de, tevî gotina `tunekirinê` wê gotina `çareseriyê` jî di devan de be. Bi taybetî di dema hilbijartinên herêmî de, wê ji Kurdan re propagandaya pêvajoyekje nû bikin.
Lê Hukumeta AKP`ê operasyonên xwe yên li dijî Kurdan di her platformê de dimeşîne. Ev yek ji herkesî re eşkere ye. Beyî ku navberê bide operasyonên xwe yên leşkerî û girtinên xwe yên di çarçoveya qirkirina siyasî de, siyaseta dij-kurd, weke pêvajoya çareseriyê, di her pêvajoyê de domandin. Di wan deman de ku Kurd û aştîxwaz, gotinên weke “bêçalakîbûn, agirbest û çareserî“ bikardianîn jî, AKPyî bi tunekirina tevgera azadiya Kurd re radibû û rûdinişt.
Beriya AKPê jî heye ku dewletê polîtikayên bi heman rengî xistin dewreyê û xwest bi vê yekê desteka derdorên civakî yên berfireh bigire. Aliyê Kurd ev nêzîkatiya dewletê mîna `polîtikaya şerê taybet` qebûl kiribû. Wê rejîma şerê taybet jî, ji bo encamê bidest bixe ketibû nava hewldanên lihevkirinên neteweyî. Xeynî dijderketina çend derdorên aştîxwaz, dewletê wê tifaqa neteweyî bidest xistibû. Her dihate xwestin li gorî meyldariya neteweyî desteka pêwîst e bidest bixin. Li dijî têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurdistanê di salên 1990’î de, xwedêgiravî îslamhew wek alî derxistibûn pêş. Niha jî heman polîtika heye û tê xwestin li ser derdorên îslamî bi argumanên cuda ev siyaset were meşandin. Ev yek di pişt gotinên sexte yên reformîst de hatiye veşartin û wezîfeya pêkanînê dane AKP’ê.Me di pêvajoya hilbijartinê de jî dît ku mixabin kes û derdorên bi gotinên reformîst ên sexte ku di şexsê AKP’ê de tên îfadekirin hatine xapandin û ketine bin bandora wan hene. Weke di pêvajoya borî de jî hate dîtin, ji aliyê van derdoran ve wê dîsa rojane daxuyanî werin dayin û di organên weşan û çapemeniyê de cîh j iwan re were veqetandin. Di nivîsên wan de ji ber tunebûna çareseriyê, wê dîsa bi rengekî vekirî hêzên azadiya kurd sûcbar bikin.Gelekî muhtermel e ku gotinên ev derdoran, ango gotinên sexte yên AKP’ê û daxuyaniyên serfermandarê giştî û yên muxalefetê paralel bin. Tenê di nuansan de ferqa CHP`ê ji yên din hebe. Lê di cewher de tu cudabûna Serfermandariya Artêşa Tirk û hikûmeta AKP-MHPê û muxalefeta CHP`ê tu cudabûn tune ye. Di pirsgirêka kurd de di heman eniyê de cih digirin. Ji ber vê yekê jî tu polîtikaya van hêzan a çareserkirina pirsgirêka kurd nîne. Di vê mijarê de dest ji polîtikaya klasîk ya tunekirinê ne hatiye berdan. Dixwazin siyaseta tunekirin û înkarê bi gotinên cuda, bi rengekî xeternak bimeşînin. Kes û derdorên alîgirên aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê van rastiyan bibînin û li dijî polîtikayên nû yên şerê taybet bibin xwedî helwest. Ancax bi sekn û helwesteke pêwist a ji bo sazkirina aştiyeke mayinde û çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd van polîtikayên şerê taybet dikare pûç bibe.
Burhan ERDEM