Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî meşek hat lidarxistin

15/02/2022
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî meşek hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, Îro saet 12`an bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, bi durişma `Bi Têkoşîna Gelê Şoreşgerî Emê Komploya 15`ê Sibatê Têk Bibin` meşek li darxistin.

Di meşê de endamên meclisa Qamişlo, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongireya Star, nunerên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatê Şehîdan, tevayiya Saziyên Sivîl û Civakî û HêZên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Meş ji çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û heta ber deriyê Rêxistina Netewên Yekbûyîn dewam kir. Piştre cîgerê Hevserokê Meclica Pêkanînê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û Endama Kongireya Star Delal Hesen axivîn

Bedran Çiya Kurd Komploya Neteweyî ya li ser rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em têkoşîn û berxwedaniya we ya li dijî komployê û Rêberê berxwedana serdemê li Îmraliyê Silav dikin. Em tevayiya hêzên komploger û kesên ku di nav de cih girtin nalet û şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin bi vê komployê roja me tarî û hebûna gelê kurd ji holê rakin, li dijî wê têkoşîna gelê kurd dest pê kir. Armanca wan ya sereke ew bû ku şerekî mezin di nava gelan de pêk bînin û têkoşîna azadiyê vala derxînin. Lê berxwedaniya Rêber Apo vê komployê vala derxis û gelekî bi hêz ava kir.”

Cîgerê Hevserokê Meclica Pêkanînê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiyê de got wê têkoşîn û berxwedana me dewam bike heta ku em Rêber Apo di nav xwe de azad bibînin. Çimkî Rêber Apo azad nebe aştî û aramî di nav me de çênabe.

Endama Kongireya Star Delal Hesen jî wiha axivî: “Ji ber ku dewlata Tirkî ya dagîrger û dewletên navneteweyî yên pê re alîkar ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirsiyan di 15`ê Sibata 1999`an komplo li ser wî pêk anîn. Di fikrê wan de wisa bû ku wê girtina rêbertî fikir û têkoşîna azadiyê pêk bibe. Lê rêbertî bi fikir û felsefeya xwe herwiha bi têkoşîna xwe başroroja me ronî kir.”

https://ronahi.net/ku/wp-content/uploads/2022/02/كردي-1.mp4
ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.